Di yek demê de li 17 welatên cîhanê xwepêşandan tên kirin

Di yek demê de li 17 welatên cîhanê xwepêşandan tên kirin

Li 17 welatên cîhanê xwepêşandan tên sazkirin. Xwepêşandanên Iraq, Îran, Bolîvîya, Venzuella, Hong Kongê, xwepêşandanên herî zêde aloz in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîhanê hefteyek cuda derbas kir û di yek demê de xwepêşandan li 17ê welatan hat kirin.

Xwepêşandanên Iraqê, Îranê, Bolivia û Hong Kong, li nav cihên din ên cîhanê aloztirîn xwepêşandan bûn.

Destpêka Cotmeha îsal xwepêşandanên nerazîbûnê dijî gendelî, hejarî, bêkarî, hikûmetê û alîyên sîyasî, Bexda û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê dan ber xwe, û li gor çavkanîyan heta niha di xwepêşandanan de zêdeyî 325 kes hatine kuştin û zêdeyî 15 hezaran birîndar bûne.

Ji alîyekî din ve, di roja Înê de xelkê Îranê çûn ser cadeyan û dijî giranbûna bihayê benzînê xwepêşandan kirin. Hikûmeta Îranê jî dixwaze bi guşara hêzê xwepêşandanan kontrol bike, û derbarê bilindkirina bihayê benzînê de jî ne poşman e.

Li Bolîvia piştgîrxwazên serokê berê daketin ser cadeyan, û pevçûnek tund di navbera hêzên ewlekarîyê û xelkê de çêbû, di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan. Îvo Moralîs serokê berê yê Bolivia piştî xwepêşndanek zêde tundûtîjî, tevî ku bi rêya hilbijartinê bibû serok, destjikar kişand û welatê xwe bicîh hişt û berê xwe da Meksîkayê.

Li Fransayê salek di ser xwepêşndanên Yelekzeran re derbas bû, xwepêşander di xwepêşandanan de berdewam bûn, ev yek jî tevî çend çaksazîyan ji alîyê Macron ve, wek hilweşandina zêdekirina bihayê sûtemenîyê û terxankirina 11 milyaran. Di xwepêşandanên Fransayê de zêdeyî 100 kesan hatin girtin û Yelekzer di xwepêşandanan de berdewam in.

Li Hong Kong xwepêşander û Polîs di rewşek tund de, di rûyê hevdû de rawestîyane, hêzên ewlekarîyê gulleyên plastîkî û gaza rondikrêj davêjin xelkê, û xelk jî keviran davêjin wan.

Li Venezuellayê jî carek din dijî Nicolas Madoru serokê welat xwepêşandanan destpê kir, û Xuwan Guwaydo serkirdeyê opozisyona welat, ku Amerîka piştîvanîya wî bi tundî dike, li pêşîya cemawerekî zêde daxwaza jikarkişandina Madoru kir, û wezîrê derve yê Amerîkayê jî di twîterê de piştîvanîya xwe bo daxwazên opozisyona Venezuellayê tekez kir.

Kêmtirî hefteyekê, li welatên Çîk, kerta rojavayê Felestîn, Çîlî, Pakistan, Mengolya, Gorcistanê û 5 welatên din ên cîhanê, xwepêşandanên zêde tundûtîjî hatin kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin