Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 5 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 5 kes hatine kuştin

.

A+A-

 Di xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî de, li gor zanyariyên Rûdawê û amarên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û zêdetir ji 94 kesên din jî birîndar bûne.

Nerazîbûn û xwepêşandanên ji bo protestokirina bûyera kuştina Jîna Emînî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, roja Duşembê 19ê Îlona 2022an di sêyemîn roja xwe de berdewam bûn. Li hin bajaran heta derengiya şevê xwepêşandan û rûbirûbûna di navbera xelkê û hêzên emnî yên Îranê de berdewam bûn.

Li gor zanyariyan, li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Kerec, Reşt, Îsfehan û Ehwazê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêzên emnî yên Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi ava şid, gaza rondikrêj û bi gulleyan destwerdan di xwepêşandanên aştiyane yên ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî de kirin û di navbera xelkê ş hêzên Îranê de alozî derket.

Zanyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê tên, amaje bi wê yekê dikin ku di xwepêşandanên duh û şevê din de hejmarek welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, li bajarê Dîwandere 2 kes, li Seqizê 2 kes û li Dêhgulanê jî kesek hatine kuştin. Herwiha zêdetir ji 94 kesan jî birîndar bûne.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo piştrastkirina amarên kuştî û birîndaran, bi du rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê re axiviye.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, 10 kes li bajarê Sine, 17 kes li Seqizê, 15 kes li Dîwandere, 10 kes li Dêhgulan, 7 kes li Bîcar, 4 kes li Bane, 4 kes li Qurwe, 4 kes li Kamyaranê li sînorê parêzgeha Sineyê birîndar bûne.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê jî 12 kes li Mihabadê ku pîrejineke 60 salî di nav de heye, 7 kes li Bokanê ku yek ji wan keçeke 10 salî ye û 4 kes li Tikabê birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin