Di xwepêşandanên başûrê Iraqê de şer!

Di xwepêşandanên başûrê Iraqê de şer!

Xwepêşandanên başûrê Iraqê de şer û alozî derket û lijneya serpereştkar jî sedem aşkera kir.

A+A-

Îro 18.08.2018ê hemwelatiyên parêzgehên Besra û Musenna ên başûrê Iraqê destbi xwepêşandanê dijî nebûna xizmetên serekî dan destpê kirin.

Li gor zanyariyên hatin belav kirin, dinava xwepêşanderên Musenna de şer derketiye û hêzên ewlehiya Iraqê jî ti destverdanek bo rawestandina wî şerî nekirine.

Endamê lijneya hemahengiya xwepêşandanên Semawe Mihemed Semawî ji rojnameya Erebî Cedîd re ragehand, grubek şeva înê 17.08.2018ê ve çûne nav xwepêşanderan û roja şemiyê îro jî dest bi aloziya dijî serpereştkarên xwepêşanderan kirine.

Mihemed Semawî ragehand, piştre şer di navbera wê grubê û xwepêşanderan de pêkhat û bi dest li hev dan.

Endamê lijneya hemahengiya xwepêşandanan dibêje ew grubê, ku piştî wî şerî çûne dervey xwepêşanderan, hevkarên hikûmetê bûn û bo bi dawî anîna xwepêşandanan, çûne nav xwepêşanderan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin