Di welatê Şêrko Bêkes de; ”Rojname bi lalî, Radyo bi kerrî  û TV bi korî ji dayîk dibin”

Di welatê Şêrko Bêkes de; ”Rojname bi lalî, Radyo bi kerrî û TV bi korî ji dayîk dibin”

PAK li Batmanê “Roja Rojnamegerîya Kurdî” pîroz kir û dîyarîya nuçegîhana TV ya Rûdawê ya şehîd Şîfa Gerdî kir!

A+A-

batman-220417.jpgbatman2-220417.jpg

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 22.04.2017ê li Batmanê saet di 16.00an de li Navenda PAKê "Roja Rojnamegerîya Kurdî" pîroz kir.
Pîrozbahî li avahîya Navenda Batmanê ya PAKê hat lidarxistin. Di pîrozbahîyê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û got "em weke PAKê vê bernameya Roja Rojnamegerîya Kurdî dîyarî nuçevan Şîfa Gerdî û şehîdên Rojnamegerîya Kurdî dikin" û rêz hate girtin sirûda netewî hat xwendin.

Endamê PAKê Emer Îmîr daxuyanîya PAKê xwend û got: "Dîroka rojnamegerîya Kurdî de beşa herî girîng a gelê kurd ya sedsala me ye. Bi îfadeyeke din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina millî ya modern a gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir." 

Di berdewamîyê de "Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên kolonyalîst li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên wek Musa Anter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir Cengîz Altun,Yahya Orhan û hîn gelekên din ji alîyê dewleta tirkan ve hatine kuştin." û di dawîya daxuyanîyê got:"Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn. Ji alîyê dewletên dagirker ên Kurdistanê ve tên zindankirin û tên qetilkirin.
Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.
Bi vê minasebetê, em hemû rojnamevanên Kurdên ku di vê riyê de şehîd bûne bi bîr tînin û dibêjin roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be."

Dû re Helbestvan Mele Îmadeddin helbestek ku li ser malbata Bedîrxanîyan nivîsand bu xwend.
Dû re Rêzdar Helbestvan Berken Bereh dest bi simînerê kir.

Bi helkefta pîrozbayîya 119 saliya rojnamegeriya kurdî Berken Bereh gotarek pêşkêş kir. Bereh di gotara xwe de li ser rola rojnamegeriyê di ava kirina hizr û hişmendiya netewî de rawesta û bi berdewamî ji dîroka rojnamegeriya kurdî mînak dan.

Berehî got ku ji bo rojnamegerîya kurdî bikare civaka kurdî li ser hîmên feraset û hişmendiya netewî bê perwerde kirin divê sazî û dezgehên kurdî xwedî ziman û termînolojiyeke hev par bin.Ji bo vê jî çend pêşniyar got;
1-damezrandina konseya rojnamegeriya kurdî
2-Zimanek hevpar ya netewî
3-Rojnamegeriya kurdî bi her awayî handana yekîtiya neteweyî bike.
 

Paşê Berken Berehî şi'reka Şêrko Bêkes ya bi navê"di welatê min de" ku li ser rojnamegeriya kurdî nivîsiye xwend.

"Di welatê min de
Di welatê min de
Rojname bi lalî ji dayîk dibin
Di welatê min de
Radyo bi kerrî ji dayik dibin
Di welatê min de televizyon 
Bi korî ji dayîk dibin

Tiştên ku ji welatê min re divêm
Ew tişt sax ji dayîk dibin
Wan lal dikin û dikujin
wan kerr dikin û dikujin
wan kor dikin û dikujin

Bernamê bi pirs û bersivên bêşdarvanan bi berhemdar dawî bu.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin