Di serdema modern de Dîwana helbestvanekî klasîk: "Dîwana 'Işqê"

Di serdema modern de Dîwana helbestvanekî klasîk: "Dîwana 'Işqê"

.

A+A-

Bi dehan helbest hene di "Dîwana 'Işqê" ya Mela Ehmed Yalarî de. Beşeke mezin li ser 'Işq an jî evîndariyê ye. Weke mîna "Ey Gul û Şem'a ji Nûrîn"ê. Beşek jê meznewî ne ku Mela Ehmedî di wan de behsa jiyana feqiyan dike.

"Gel hemî meşxûlê kesb û kar û bazara xwe ne
Ez keîbê muhbetê çehvnêrê dîdara te me"

Ev beyteke ji helbesta "Ey Gul û Şem'a ji Nûrîn"ê ya Mela Ehmed Yalarî ye. Mela Ehmed Yalarî di serdema modern de helbestên klasîk dinivîse. Demeke berê dîwana Mela Ehmed Yalarî bi navê "Dîwana 'Işqê" çap bû. Di wê pirtûkê de ye ev helbesta ku beyta li jor jê hatiye girtin.

Bi dehan helbest hene di "Dîwana 'Işqê" ya Mela Ehmed Yalarî de. Beşeke mezin li ser 'Işq an jî evîndariyê ye. Weke mîna "Ey Gul û Şem'a ji Nûrîn"ê. Beşek jê meznewî ne ku Mela Ehmedî di wan de behsa jiyana feqiyan dike.

Li gorî ku amadekarî pirtûkî Nûrettîn Ertekînî nivîsiye, ev mesnewiyên jiyana feqiyan rave dike, "Heta vê demê di ti helbestên helbestvaan de nehatine dîtin. Ji teref mijarê ve ev helbestên yekem in. Ev hersê mesnewî ji bo folklora Kurdî girîng in."

Ji bilî 4 helbestan, helbestên din bi kêşa an jî wezna 'erûzê hatine nivîsandin. Di Dîwanê de, helbestên Mela Ehmedî di pirtûkê de li gorî têşeyên nezmê senifandine. Di pêşiyê de xezel ku piraniya helbestan bi vê têşeyê ne û paşê jî teşeyên din hatine bicihkirin.

Ji bilî van helbestan, sê jî menzûme hene.

Weşanxaneya Nûbiharê Dîwana navborî him bi tîpên latînî, him jî bi yên aramî çap kiriye.

Derbarê Mela Ehmed Yalarî de

Mela Ehmed kurê Mela Ebdusselamê Mermerî ye.

Bavê Mela Ehmed li Hezanê jidayik bûye. Piştî kutakirina perwerdehiya wî ya medreseyê, weke mela û muderîs li gundê Mermerê dest bi wezîfeyê kiriye. Di sala 1968an de çûye Amedê û di Mizgefta Minareya Çarnig de melatî kiriye. Di sala 1982yan de çûye ber dilovaniya Xwedê. Sê kur û heşt qîzên wî hebûne. Mela Ehmed yek ji wan sê kurên Mela Ebdusselamî ye. Mela Ehmed li gundê Mermer ku li ser Amedê ye, di sala 1954an de jidayik bûye 

Mela Ehmedî ji elîfbêtkê heta pirtûka medreseyê ya rêzê, Mela Camî li nik bavê xwe xwendiye. Di pey çend medreseyan de xwendina xwe ya esasî li Hezroyê li cem Seydayê Hacî Ebdulfettahê Hezroyî (Fethî) berdewam kiriye. Ji ber nexweşiya Seydayê wî, perwerdehiya xwe li cem Mela Ebdullahê ku di wê maweyê de li Hezroyê miftîtî dikir, bi dawî kiriye.

Perwerdeya xwe ya bilind a fermî li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di beşa Edebiyata Tirkî de, di sala 1979an de xelas kiriye. Di payîza 1969an de, di meha îlonê de dest bi melatiya fermî kiriye. Di sala 2001ê de malnişîn bûye. Nêzîkî sî salî melatî kiriye. Nêzî deh salan di Zanîngeha Dîcleyê de ji sala 1995an heta 2003yan ketiye dersên erebî, farsî û tirkî. Ev çend sal in di komelaya Şarkiyata Diyarbekir de dersên taybet ên farsî dide. 

Berhemên Mela Ehmed Yalarî

Berhemên Kurdî

Dîwana 'Işqê 

Tecwîda Hêja Derbarê zanista tecwîdê de hatiye nivîsandin. Pexş e. Nehatiye Çapkirin.

Wergera Seyahetnameya 'Ebdurrahman Nacim 'Ebdurrehman Nacim Dadgerê dadgeha îstînaf a Amedê ye. Dema tayinî Amedê dibe, ji Stenbolê heta Amedê cih û warê ku tê de derbas dibe wek menzûm bi Farsî aniye ziman. Mela Ehmedî ev berhem ji bo Weqfa İsmail Beşikçiyî ya Amedê wergerandiye. Ev werger ji teref Seîd Veroj ve di kovara Nûbiharê de hatiye weşandin. Ev berhem ji 14 rûpela pêk hatiye.

Komek pirtûkên tirkî jî amade kirine.

/Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin