Di Sed saliya wê de  Peymana Sykes-Picotê tê şermezarkirin

Di Sed saliya wê de Peymana Sykes-Picotê tê şermezarkirin

Bi pêşengiya grûbek rewşebîr, hunermend û çalakvanên kurd, Peymana Sykes-Picotê li bajarê Kolnê tê şermezarkirin.

A+A-

Di sed saliyê wê de Peymana Sykes-Picotê ku bûbû bingeha parçekirina Kurdistanê, li bajarê alman Kolnê, bi navê ' Ji bo rojeke serbixwe' xwepêşandanek tê lidarxistin.

Grûbek ji rewşenbîr, hunermend û çalakvanên kurd yên li Almanyayê dijîn bang li vê xwepêşandanê kir û heta niha, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKURD), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî  jî di nava wan de gelek sazî û partiyên kurd jî bi bangan piştgiriya xwe ji bo vê çalakiyê diyar kirine.

Li gorî agahiyên grûba amadekar, wê xwepêşandan bi programeke dewlemend ya çandî bê pêşkêşkirin û di xwepêşandanê de tenê alaya Kurdistanê bê hildan.

Xwepêşandn di 14.ê Gulanê de li meydana Heumarktê ya Kolnê tê lidarxistin.

Agahiyên derbarê xwepêşadanê:

Dem: 14. Gulan 2016

Demjimêr:13:00

Cîh:Heumarkt, Koln

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin