'Di sala 2011an de Tirkiyê tenê dixwest Kurd li Sûriyê tiştek bidest nexin'

'Di sala 2011an de Tirkiyê tenê dixwest Kurd li Sûriyê tiştek bidest nexin'

.

A+A-

Li New Yorkê, şanda Sûriyê di Civînên Neteweyên Yekbûyî de hewl dide pêwendiyên xwe ligel welatên cîhanê baş bike. Çavên çavdêran jî bi taybet li ser egera nêzîkbûneke Tirkî-Sûrî ne. Şemsedîn Hemo, Serokê Eniya Niştimanî ya Demokrat ji Rûdawê aşkere kir ku di sala 2011an de belgeyek ketiye destê wan ku Tirkiyê tenê dixwest li Sûriyê tiştek bidest Kurd nekeve.

Di 77mîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, şanda Sûriyê hewl dide ku deriyên nû li pêş pêwendiyên xwe ligel welatên cîhanê veke.

Dr. Redwan Badînî, akademsiyan û şîrovekarê siyasî ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, şikesthênana siyaseta Sûriyê û Tirkiyê ew her du welat neçar kirine ku guh li şîreta Rûsya bigirin.

Şîrovekarê Siyasî Dr. Redwan Badînî dibêje “Ew her du dewlet ne bi daxwaz û îradeya xwe nêzikî hev dibin. Aniha her du jî eger mirov bi peyvek bibêje ew grîftên ku di navbera her du dewletan de hene û li gorî berjewendiyên wan nebûna çareyên bêtir, neçar man ku wan şîretên ku Rûsan li wan kir kêm zêde nêzikayetiyekî bikin.

Şemsedîn Hemo, Serokê Desteya Cîbicîkar a Eniya Niştimanî ya Demokrat ji heman bernameya Radyoya Rûdawê re got, ji destpêkê ve Tirkiyê tenê dixwest ezmûna herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê dubare nebe û niha jî her wê siyasetê birêve dibe.

Serokê Desteya Cîbicîkar a Eniya Niştimanî ya Demokrat Şemsedîn Hemo diyar kir “Di 2011an de 2-3 heyv piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê kaxezek kete destê me ku bi nihênî hatibû, li ser civateke di navbera Amerîkî û Rûsan de ku bi ser rewşa Sûriyê û şoreşa Sûriyê ve hatiye girêdan, bi amadebûna Tirkiye, Îran û Îsraîlê, her sê dewletên ku di rojhilata navîn de xwedî bandor û nirx. Tirkiye tenê xwestekeke xwe hebû ji bo ku çareseriyek bo Sûriyê were kirin, xwesteke wan ew bû ku li bakurê Sûriyê ti rewşeke weke bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) çênebin û Kurd tiştek bidest nexin.”

Di 77mîn xola civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Feysel Miqdad, wezîrê derve yê Sûriyê serokatiya şanda welatê xwe dike.

Di heman demê de, şandeke opozisyona Sûriyê jî li New Yorkê ye û hewl dide piştevaniya navdewletî ji bo helwesta xwe bidest bixe.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin