Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiiya Jinan de 150 jin hatine desteserkirin

Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiiya Jinan de 150 jin hatine desteserkirin

.

A+A-

 Li Amed, Enqere û Stenbolê jin di 25ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiiya Jinan daketin qadan. Li Amedê polîsan destûr neda ku jin bimeşin, li Stenbol û Enqereyê polîsan tedbîrên tund ên ewlehiyê girtin. Hat destnîşankirin ku di çalakiyan de gelek jin hatin desteserkirin.

Meşa jinan a li Amedê ku Tora Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcleyê dixwestin ji bo Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiiya Jinan pêk bînin, bi hinceta biryara qedexeyê ya parêzgariyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di navbera jinan û polîsan de şer derket.

Li gorî Duvarê, jinan di dorpêça giran a polîsan de dirûşmên "Em bêdeng namînin, natirsin, em serî natewînin", "Jin, jiyan, azadî" gotin.

Danûstandinên meşê bê encam man, jinên dorpêçkirî kom bi kom belav bûn.

Li Enqereyê piştî tedbîrên tund ên ewlehiyê jin li Cadeya Sakaryayê hatin cem hev. Jinên ku bi banga Platforma Jinan a Enqereyê hatin cem hev dirûşm gotin.

Li Stenbolê jî bi sedan jinan bi pêşengiya Platforma Jinan a 25ê Mijdarê gotin, “Em ji bo azadiya xwe bêdeng namînin. Em dev ji jiyana xwe bernadin” li Kolana kom bûn.

Li gorî nûçeya MAyê, beriya meşê kuçe û kolanên Beyogluyê bi taybetî Qada Taksîmê û Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zirxî û her wiha bariyeran hatin girtin.

Hat diyarkirin ku jin ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û piştî mudaxeleyê 150 jin hatin desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin