Di Roja Ala Kurdistanê de em dibêjin ‘Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’

Di Roja Ala Kurdistanê de em dibêjin ‘Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’

HEREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK bi munasebeta Roja Ala Kurdistanê beyanek belav kir.

A+A-

17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye. Ala Kurdistanê ji sala 1919an û pê de ji alîyê Kurdan, ji alîyê Kurdistanîyan hatîye qebûl kirin.Ev ala herweha mîrasa Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed,
Melle Mustafa Barzanî ye ku teslîmî me bûye.

Ew alaya ku nirxekî me yê netewî û Kurdistanî ye, ew alaya ku di rêya wê bi sedhezaran gelê me şehîd bûye; mixabin îro li Rojavayê Kurdistanê ji alîyê PYDyîyan ve tuşî şewitandin, heqaret û êrîşan dibe.Ev helwesta xerab ya li himberî Ala Kurdistanê hatîye holê , asta texrîbat û dejenerasyonê jî nîşan dide.Ev jî balkêş e, cîhê xemê ye.

Îro roja bilind kirina Ala Kurdistanê ye ku nirxekî me yê netewî ye.Roja Ala Kurdistanê pîroz be.

Îro ew neheqî, kuştin û wêranîyên di dîroka me de bi dehan caran em tûşî bûne, careke din dubare dibe.

Ew êrîşên ku ji Temûza 2015an heta îro bi kuştin û wêranîyê ji alîyê Dewletê ve didome, bi girtina parlamenter, şaredar, sîyasetvan, rewşenbîr û rojnamevanan, bi tayîn kirina qeyûman berdewam e.

Her çiqwas aşkere ye ku sîyaseta xendek û barîkatan û teqînên li nav bajaran çend zerar dayê gelê me, daye welatê me, daye doza me; lê mixabin PKK hîna jî di vê siyaseta tûnd û tûjîyê de bi israr e.

Yên vî şerî germ dikin, berîya her tiştê dixwazin li bakurê Kurdistanê rê li ber xebat û rêbazên sîyasî, sivîl, demokratîk bigirin, bingeha van şêweyên têkoşînê ji holê rabikin.Û di encama vî şerî de hinekî biser ketine jî.

Îro hemû rêyên siyasî û sîvîl li ber Kurdan têne girtin û dixwazin berê gelê me bes bidin şerî. Lê emê neyên vê lehîstikê.Gelê Kurdistanê bi van tecrûbeyên xwe yên bi salan, dê rê nede vê sîyaseta şerî biser bikeve.

Îro berjewendî û daxwaza gelê me di şîara ‘ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’ de veşartî ye.Divê gelê Kurdistanê bi helwesteke yekgirtî vê şîarê bilind bike û nehêle tu kesji îro ve îpotekekê deyne ser pêşeroja me.

Divê Dewleta Tirkîyê bizanibe bi vê sîyaseta xwe ya ku ji 1923an û heta îro dimeşîne dê nikaribe têkoşîna azadî û bidest xisitina mafên miletê Kurd ji holê rabike.

PKK divê bibîne ku bi wan teqînên li Stanbolê, Amedê û li cîhên din çend zerarê dide gelê Kurd , dide Kurdistanê û dide doza azadîya miletê me. Êrîş û çalakîyên bi vî rengî,rê ji siyaseta şerî ya Dewleta Tirk re xweştir dike; di nav civata Tirk de nîjadperestî û şowenîyê kûrtir û geştir dike.

Li başûrê Kurdistanê pêşmergeyên qehreman bi berxwedan û şerê xwe yê dilsozane, hêvîyên DAIŞê û yên dewletên xêrnewazên miletê Kurd şikandîye ku dixwestin rê li ber meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bigirin.Lê aşkere ye ku ew pirsgirêkên navxweyî yên sîyasî jî , pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê bi paşve dixe. Divê hemû partîyên başûrê Kurdistanê ji bo ku bi rêyên aştîyane û bi dîyalogan serxwebûna Kurdistanê bê bi dest xistin, li gel Bexdayê bi yek dengî û bi yekgirtineke netewî helwest bigirin. Serxwebûna başûrê Kuristanê dê rûpeleke nû ji hemû kurd û Kurdistanîyan re veke.Divê hemû Kurdên cîhanê piştgirîya serxwebûna başûrê Kuristanê bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê li cîhê ku TEVDEM Û PYD mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê bicîh bînin, mixabin, endam û rêveberên ENKSê û yên partîyên din yên Kurdan digirin û rê li ber xebatênwan yên sîyasî digirin.Ev helwestên ku azadî û demokrasîyê binpê dikin, helbete ku nayên qebûl kirin.PYD divê dest ji van kiryaran , dest ji vê siyasetê berde.Îro damezrandina îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî ku ji hemû partîyên Kurdan pêkhatî, di rêya azadîya gelê me de pêwîstîyeke zerûrîye, gelekî girîng e.

Em li gel têkoşîna azadîyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ne.Yekgirtin û tifaqa netewî yên partîyên Rojavayê Kurdistanê û bi alîkarîya dewletên piştgir dê doza azadîya Kurdistanê geştir û xurtir bike.

Li bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqên netewî demokratîk îro wekî pêwîstîyeke esasî li ber me ye.

Em dikarin prensîbên esasî yên tifaq û hevkarîyên netewî demokratîk weha tarîf bikin: Bingehê esasî qebûl kirina hebûna miletê Kurd û ya Kurdistanê ye. Qebûl kirina Ala Kurdistanê û parastina statuyeke sîyasî jibo Kurdistanê,hevdu qebûl kirin û rêz girtina navxweyî ya di nava partîyên Kurdistanê de hîmên esasî yên tifaq û hevkarîyên netewî, Kurdistanî ne.

Em wekî partî û hereketên bakurê Kurdistanê, li gel hemû texrîbat û travmayên heyî jî, jibo ku em bikaribin têkoşîna azadîya gelê xwe geştir bikin, ji bo ku bi hemû beşên civatê re em bikaribin vê zexta li ser me hatîye danîn bişkînin; em dibêjin ‘Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’
17.12.2016

HEREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin