• Diyarbakır 21 °C
  • Batman 20 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 20 °C
  • Ağrı 14 °C

Di rewşa awarte de li herêma Şemzînanê rewşeka hin awartetir

Di rewşa awarte de li herêma Şemzînanê rewşeka hin awartetir
Ji roja 10 Tebaxê heta 15ê Tebaxê wek herêmên ewlehiya taybet hatine îlankirin”

Di rewşa ewarte de li navçeya Şemzînanê ya bakurê Kurdistanê hin dever wek herêma ewlehiya taybet hat ragihandin. Walîtîya Colemêrgê beyanekê derxist, beyan wiha ye:

”Êrîş û çalakîyên hêza cudaxwazî ya terorîst di rojên dawî ya li sînorê bajarê me bandorek neyînî li jîyana rojane ya aborî û civakî kiriye. Di encamê van êrişan de welatiyên me jiyana xwe ya rojane, faeliyetên civakî û aborî nikarin êdî pêk bînin.

Divê çerçoveyê de li herêmên Kanîya Kewan, Herêma Harmanê û herêma di navbera başûr de dimîne, başûrê çiyayê Kelkîtê, rojavayê bakurê Taxa Zorgeçîtê ji roja 10 Tebaxê heta 15ê Tebaxê wek herêmên ewlehiya taybet hatine îlankirin”

Ev nûçe 809 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din