Di projeyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî de 6 milyon û 54 kesan sûd wergirtin

Di projeyên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî de 6 milyon û 54 kesan sûd wergirtin

.

A+A-

Sala borî, di 60 projeyên xêrxwaziyê yên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî de, 6 milyon û 54 kesan sûd wergirtin.

Li gor Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Musa Ehmed ji BasNewsê re diyar kiriye:

‘‘Sala 2020ê saleke zehmet bû, lê sala piştevanî kirina karên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bû o piştevaniya xelkê lêqewmî û hejar û kêmderamet. Ne tenê di asta navxwe de, herwaha di asta cîhanî de jî me karî çalakî û xizmetekî baş pêşkeş bikin. Li gel hebûna vîrusa Korona û bicîhanîna rênmayiyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku em naçar bûn mal bi mal serdana malbatan bikin.’’

Derbarê hûrgiliyên çalakiyan de jî daye zanîn:

‘’Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî sala borî de 60 proje bicîh anîn û 11 sektoran de bi budceya 57 milyar û 318 milyon û 559 dînar ve, ku ji vê jî 6 milyon û 54 hezar û 340 kesan jê sûd wergirt. Ji ber wê hejmara alîkariyan geleke, ji ber hin kes zêdetir ji 12 caran alîkariyan sûd wergirtin.’’

Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî destnîşan kir, derveyî li 13 parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê kar hate kirin, herwiha alîkarî gihîştin welatên Lubnan, Sûriye, Yemen, Sûdan, Brîtanya û Australia jî.

Musa Ehmed eşkere kiriye û gotiye, 30 kampên koçber û penaberan li Duhok û Hewlêrê birêve dibin, ku naha 992 hezar û 732 kes tê de ne û ji wê hejmarê jî seî 74ê wan koçber in, ewên din penaber in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin