Di projeyasaya budceya Iraqê de pişka Kurdistanê weke %12.67 hatiye danîn

Di projeyasaya budceya Iraqê de pişka Kurdistanê weke %12.67 hatiye danîn

Pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2019a de weke %12.67 hatiye danîn.

A+A-

Li gor projeyasaya pêşniyarkirî ya budceya sala 2019an a Iraqê, pişka Herêma Kurdistanê weke %12.67 hatiye diyarkirin.

 
Parlementerê gera sêyem a Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir, ku projeyasaya budceya sala 2019an binpêkirina destûra Iraqê û yasayan e û hikûmeta niha çend astengên siyasî danîne da ku pirsgirêkên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe, yek ji wan jî pişka Herêma Kurdistanê weke %12.67 hatiye diyarkirin.
 

Wezareta Darayî ya Iraqê îro projeyasaya budceya sala 2019an ji bo pesendkirinê şande Encûmena Wezîran û biryar e ji bo dengdana li ser madeyan, bişînin parlementoyê.

 

Ji sala 2003an ve pişka Herêma Kurdistanê di budceya salane ya Iraqê de %17 bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin