‘Di perçebûna Sûriyê de divê Tirkiye ji her alî bêhtir gazinan ji xwe bike’

‘Di perçebûna Sûriyê de divê Tirkiye ji her alî bêhtir gazinan ji xwe bike’

.

A+A-

Şîrovekarê siyasî Dr. Mehmûd Ebas bal kişand deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di bin dagirkeriya hêzên girêdayî Tirkiyê de û got ku eger Tirkiye aliyekê ji ber vê yekê tohmetbar bike divê Tirkiyê ji her alî bêhtir gazinan ji xwe bike.

Serokê Tirkiyê ji parçebûna Sûriyê ditirtse û hevtayê xwe yê Sûriyê wekî metirsî li ser yekîtiya Sûriyê dibîne. Herî dawî ji ser zimanê Serokê Tirkiyê Recep Tayipp hatiye veguhestin ku di civîneke partiya xwe de gotiye, xwezga serokê Sûriyê Beşar Esed li Lûtkeya Semereqendê beşdar bûba da ku wî jê re bigota ku bi sedema wî Sûriyê li ber parçebûnê ye.

Di bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê de, Siyamend Haco, Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Dr. Mehmûd Ebas, şîrovekarê siyasî, li ser van daxuyaniyên serokê Tirkiyê axivîn.

Derbarê amajekirina serokê Tirkiyê bi parçebûna Sûriyê, Siyamend Haco, Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, Erdogan tiliya xwe berve lihevkirina Esed ligel PKK dike.

Serokê Şepêla Azadî ya Kutdistanî Siyamend Haco got: “Di sala 2011an de Sûriyê û Îranê biryar dane ku herêmê radestî PKKê bike. Beşar Esed bixwe di hevpeyvînekê de gotiye biryar hate dayîn ku herêmê radestî PKKê bikin. Dema ku Erdogan dibêje Sûriyê li ber perçebûnê ye û Beşar Esed weke berpirsiyar nîşan dide, mebesta wî ji wê yekê ew e ku lihevhatina di destpêka şoreşa Sûriyê de ya di navbera Îran, Sûriyê û PKKê de ye.”

Şîrovekarê siyasî Dr. Mehmûd Ebas jî, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, derbarê egera parçekirina Sûriyê de, divê serokê Tirkiyê ji her kesî bêhtir gazinan ji xwe bike.

Dr. Mehmûd Ebas dibêje : "Niha Idlib û Efrîn di bin kontrola hêzên girêdayî Tirkiyê de ne û ew der bi aboriya Tirkiyê ve hatine girêdan. Eger li Sûriyê perçebûnek çêbibe divê Tirkiye destpêkê xwe rexne bikin û opozîsyona Sûriyê ya li gel wê şermezar bike."

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji hin çavkaniyên agahdar li Şamê bidest xistine, di çend serdanên xwe de ji bo paytexta Sûriyê, Hakan Fîdan, serokê Istixbarata Tirkiyê, ji bilî Elî Memlûk, serokê Istixbarata Sûriyê, ligel çend berpirsên Sûrî yên astbilind civiyaye. Heman çavkaniyan ji Rûdawê re aşkere kirine, ku di hevdîtinan de pêşketinên berbiçav çêbûne ku rê li pêş hevdîtinên siyasî û dîplomasî di navbera berpirsên herdu welatan de xweş dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin