Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin

Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin

 Di operasyon li dijî ESP’ê de jimara kesên hatin binçavkirin zêde bûn. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî di nav de bi giştî 14 kes hatin binçavkirin.

A+A-

 

Polîsan di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di Îlona 2020’an de li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) bi rêve bir de, duh bi şev li Amed, Hatay, Îzmîr û gelek başaran bi awayekê hemwext bi ser gelek malan de girtin û 14 kes binçav kirin.

Navê kesên hatin binçavkirin wihan ne: “Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, endamên Meclîsa ESP'ê Çîçek Otlû, Mustafa Nacî Toper, Volkan Ûyar, endamên partiyê Selver Orman, Îlke Başak Baydar, Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari, Îlhan Aslan, Alper Kaba, Ezgî Bedel, Zekeriya Aykût Karnap û Gozde Sîvaslioglû. 

Di çarçoveya heman lêpirsînê de, bi ser malên endamên partiyê Ozgur Barçîn û Bedran Çogaltan jî hatin girtin, lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçav kirin. 

BI SER MALA PARÊZERAN DE JÎ GIRTIN

Hat hînbûn ku polîsan di çarçoveya heman operasyonê de, bi ser mala parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) de jî girtin, lê di malê de kesek tune bû. 

Hat diyar kirin ku di lîsteya kesên bên binçavkirin de navê 17 kesan heye. 

Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya l iser Caddeya Vatanê tên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan çûn Midûriyeta Polîsan û xwestin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Lê bi hinceta biryara sînordakirina 24 saetan, destûr nehat dayîn ku parêzer hevdîtinê bikin.  

NÛÇEGIHANÊ ETHA JÎ HAT BINÇAVKIRIN 

Di heman demê de, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etha (ETHA) Serdal Işik jî ji ber dosyayek cuda hat binçavkirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin