Di navbera YPG û çekdarên Mertala Feratê de şer derket

Di navbera YPG û çekdarên Mertala Feratê de şer derket

Li navçeya Şehba di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Mertala Feratê şer û pevçûn derketin. Herwiha, li rojhilatê Babê jî di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Mertala Feratê de şer derketin.

A+A-

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî şer û pevçûn di navbera hêzên YPGê û çekdarên Mertala Feratê de li ser mihwerên Ezaz û Marihê derketine.

Di encama şer û pevçûnan de ku topxane jî hatine bikaranîn, herî kêm 2 çekdarên Mertala Feratê hatine kuştin ku li gor hin çavkaniyên xwecihî xelkê Hirêtanê ne.

Her şeva borî şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Mertala Feratê de li mihwerên Sukeriye, Nahmat û Tefrîa li rojhilatê Babê derketin.

Di wan şeran de çekên sivik û navincî hatibûn bikaranîn û dema ku hêzên hikûmeta Sûriyê hewl dabûn ku ber bi cihên grûpên çekdar ve pêşde biçin, ji bo rêgirtina li ber wan, ew şer derketibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin