Di navbera Îsraîl û Filistînîyan de şer: 32 kes hatin kuştin

Di navbera Îsraîl û Filistînîyan de şer: 32 kes hatin kuştin

Bi navbeynkarîya Misrê agirbest hat ragihandin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di şerê navbera artêşa Îsraîl û çekdarên Filistînî de herî kêm 32 kes hatin kuştin. Filistînîyan daxwaza agirbestê kirine.

Piştî kuştina berpirsekî pilebilind yê rêxistina cîhada îslamî ya Filistînî bi navê Beha Ebû Eta, cîhada îslamî dest bi topbarana Îsraîl kir, her wiha li ser sînorê Filistîn û Îsraîl jî bi dehan Filistînî kom bûn û li dijî Îsraîl xwepêşandan kirin.

Li gorî agahîyan, artêşa Îsraîl jî bersiva cîhada îslamî da. Tê gotin ku di encama wî şerê han de herî kêm 32 kes hatine kuştin ku derdora 10 ji wan sivîl in, yên din jî çekdarên Filistînî ne.

Rêxistina cîhada îslamî ya Filistînî ragihandîye, eger Îsraîl şertên wan qebûl bike ew amade ne êrişên xwe bidin sekinandin. Tê gotin ku hikûmeta Misrê navbeynkarîya her du alîyan dike.

Şertên cîhada îslamî ew in ku Îsraîl êdî berpirsên wan yên li Xezzê nekuje, êrişî xwepêşanderên li ser sînor neke û dorpêça li ser Xezzê jî rake.

Berpirsekî cîhada îslamî ji Reutersê re gotîye ku Îsraîl şertên wan qebûl kirîye û agirbest hatîye ragihandin.

Balkêş e ku rêxistina Hemas xwe tevlî wî şerî nekirîye.

Heman roja ku Beha Ebû Eta hatibû kuştin (12 vê mehê), mala berpirsekî din yê cîhada îslamî bi navê Ekrem Ecûrî li paytexta Sûrîyê rastî êrişa Îsraîl hatibû. Di wê êrişê de tiştek bi Ecûrî nehatibû lê hevjîna wî û kurê wî hatibûn kuştin û 6 kes jî birîndar bibûn. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin