Di navbera Desthilata kurdî û rejima Esad de şerê genimî

Di navbera Desthilata kurdî û rejima Esad de şerê genimî

Weke rejima Esedî ji bo deshilata nîv-xweser a kurdî jî destdanîna ser hatiniya zadî li Kurdistanê ku weke zirêgiya genimî ya Suriyeyê ye, ji bo misogerkirina nan û aşitiya civatî pirsa man û nemanê ye. 

A+A-

Li gor ku AFP ji Amûdê, li ser zarê Adil Osmanê ku zeviyên xwe yên li Rojavayêbaşûrê Kurdistanê çandibûn û li benda hatiniyeke baş bû, lê hewesa wî di dilê wî de ma radighîne; cotkarên herêmê yên weke wî ketine navbera agirê rejimê û desthilata herêmî ya kurdî.
Li welatê ku 2011an virde bi şerekî xwînavî wêran bûye û bi milyonan meriv nikarin pêdiviya xwe ya xwirekî bi dest bixin, zeviyên genim jî bûne qada pevçûnê.
Weke rejima Bişar Esedî ji bo deshilata nîv-xweser a kurdî jî destdanîna ser hatiniya zadî li Kurdistanê ku weke zirêgiya genimî ya Suriyeyê ye, ji bo misogerkirina nan û aşitiya civatî pirsa man û nemanê ye. 
Wêk tê zanîn têkiliyeke nexweş di navbera herdu aliyan de heye. Her çend Kurdistan di destê hêzên kurdî de be jî, siya Șamê jî li ser heye.
Rejimê îsal butçeya xwe ji bo kirîna genim li seranserê Suriyeyê derxistiye milyarek dolarî û dixwaze kîloya genimî bi 175 ta 185 lîreyê sûrî bikire.
Desthilata kurdî jî her çiqas ku nikaribe bi pêşniyariya Șamê re rikeberiyê bike jî bihayê xwe derxistiya 150 ta 160 lîreyî. 
Adil Osman dibêje; “Kî bihayê baş bide em ê zadê xwe bidin wî. Di encamê de gundî jî wê li berjevendiya xwe dinêre.”
“Krîza xwirekiyê”
Desthilata kurdî ji biryara xwe ya qedexekirina firotina genim a Șamê vegeriya, lê şertê ku zadê ji alî rejimê ve hatiye kirîn heta pêdiviya xelkê herêmê pê heba nikare derkeve derveyî herêmê lê zêde kir.
Pisporê Suriyeyê Fabrice Balanche dibêje; “Heke genim bi bihayekî zêde ber bi Șamê ve biçe dê bibe sedema krîzeke xwirekiyê. Kurd naxwazin ku genimê wan biçe derve, ji ber ku bizorê têra xelkê herêmê dike.”
Ji ber bihayiyê û têkçûna çavkaniyên hatiniyê, Bernameya xwirekiyê ya cîhanî jî destnîşan dike ku jixwe li Suriyeyê “Kirîzeke berfireh a xwirekiyê heye.”
NY jî radighîne ku ji 6,5 milyonî bêtir kes nikarin pêdiviya xwe ya xwirekî temîn bikin. Ji ber ku baran jî xweşikî nabare hatiniya 2018an, ji 1989an vir de ya herî kêm e. Lê hatiniya 2019an tevî şewata heyî ku hinek bi qeza dibe û hikek jî Daiş digre ser xwe, ji ya salên bûrî bibertir e. 
Rejima Șamê tenê ji Hesekê li benda 850.000 ton genimî ye ku dixwaze dest dêne ser. 
- Genim, "Çeka herî bihêz"
Bi piştgiriya Rûsya û Îranê rejim li hemberî serîhildêr û cîhadiyan biserdikeve û desthilata xwe li ser ji %60 welatî misoger kiriye.
Fort du soutien de la Russie et de l'Iran, Damas a multiplié les victoires face aux rebelles et aux jihadistes, jusqu'à asseoir son pouvoir sur près de 60% du pays. Lê ji ber şer û dorpêça navneteweyî jî kêmasiyên wê yên girîng ên aborî û nebûna pêdiviyan, bi taybetî jî ya petrolê hene. Krîza nan jî li ber derî ye, “Pêdiviya Esed bi zad heye ku li herêmên di bin desthilata xwe de bi birçîbûnê re derkeve serî”, pisporê Center for a New American Security, Nicholas Heras dibêje. 
Șam bi Kurdan re hevdîtina pêk tîne ku qedera ji %30ê erda di bin kontrola wan de ye tayin bike. Lê berdevkên wê dilikumin; Kurdên ku bisalan hatine çewsandin û desthilata navendî neheqî li wan kiriye naxwazin dev ji xweseriya xwe berdin. 
Pisporê Amerîkî dibêje; "Dewletên Yekbûyî dixwaze çavkaniyên axa Kurdan, bi taybetî jî tene ango zad, weke zextekê li ser rejimê bikar bîne ku wê û hevpeymana wê Rûsya neçarî bi şûn de gavavêtinê bike” 
Di vê navê de, berpirsên Kurd nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşa genimî ya rejima Esedî venaşêrin. Ji ber ku rejim bi diyarkirina bihayê xwe yê genimî dixwaze nakokiyan di navbera gel û desthilata xweser de pêk bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin