Di nava 3 mehan de 3 caran buhakirin!

Di nava 3 mehan de 3 caran buhakirin!

Li Tirkiyeyê, di nava 3 mehan de buhakirina sêyem hate kirin. Ji serê salê ve bo jîngehan buhakirina xaza siruştî gihişte ji %30an û ya karebayê jî gihîşte ji % 40î.

A+A-

BOTAŞ û Saziya Vesazkirina Piyasaya Enerjiyê di nava sê mehan de ev cara sêyem e ku buhaya kareba û xaza siruştî zêde kir. 

Ji 1ê Cotmehê ve, rêjeya buhakirina xaza siruştî ya jîngehan bû ji % 9, bo kargehan jî bû %18.5. 

Rêjeya buhakirina karebayê jî bo jîngehan bû ji % 9, bo kargehan jî bû ji % 15.

Bi vî awayî, piştî 3 mehan, berawirdî dawiya meha Tîrmehê, xaza siruştî û karebayê, bo jîngehan ji % 30, bo kargehan jî ji % 48 buha bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin