Di mehekê de 37 jin hatin kuştin

Di mehekê de 37 jin hatin kuştin

Tundiya zayendî ya li ser jinan didomin. Bi taybeti di van çend salên dawîn de li Tirkîyê kujtina jinan, destdirêjî, revandin û kujtina zarokan zêdetir bûye û di asteke bilind de ye.

A+A-

Platforma Rawestandina Kuştina Jinan (KCDP) li ser vê mijarê raporek belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku tenê di meha Tîrmehê de 37 jin hatine kuştin û destdirêjiya li zarokan berdewam e.

KCDP, di rapora xwe de aniye zimên ku sedemên kuştina jinan nayên lêkolînkirin, tên veşartin û nayên ronîkirin.

Li gor rapora KCDP, ji serê sala 2018an û vir ve 75 jin hatine kuştin, 41 jin rastî destdirêjî hatine û 29 jin jî rastî êrîşan hatine.

Di raporê de behsa rewşa zarokan jî hatiye kirin û tê gotin ku zêdeyî 433 zarokan rastî destdirêjî hatine û piraniya kiryar û êrîşên ku li ser jin û zarokan tên kirin, ji raya giştî re nayên eşkerekirin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin