Di meha Tebaxê de bihayê alkol û tûtinê ji sedî 19.11 zêde bûye

Di meha Tebaxê de bihayê alkol û tûtinê ji sedî 19.11 zêde bûye

TUIKê îstatîstîkên enflasyonê yên meha Tebaxê aşkere kiriye.

A+A-

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) Îndeksa Bihayên Serfkaran (TUFE) û Îndeksa Bihayên Hilberîneran a Nava Welêt (YÎ-UFE) aşkere kiriye.

Îndeksa Bihayên Serfkaran (TUFE) li gorî meha borî ji sedî 0,86 zêde bûye û Îndeksa Bihayên Hilberîneran a Xwemalî (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,59 daketiye.

Enflasyona salane ji bo bihayên serfkaran bûye ji sedî 15,01 û ji bo hilberînen nav welêt jî bûye ji sedî 13,45.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) ji meha tebaxê pê ve ya 12 mehan bihayê serfkaran ji sedî 19,62 û bihayê hilberîneran a nav welêt jî ji sedî 30,51 zêde bûye.

Li gor meha Kanûna Pêşiyê ya sala borî bihayên serfkaran ji sedî 7,35 û bihayê hilberîneran a navwelêt jî ji sedî 6,39 zêde bûye.

TUFE di meha tebaxê da li gor meha Tîrmehê ji sedî 0,86 û li gor heman meha par jî ji sedî 15,01 zêde bûye.

YÎ-UFE jî di meha tebaxê da li gor meha Tîrmehê ji sedî 0,59 daket û li gor meha Tebaxa par jî ji sedî 13,45 zêde bûye.

Di salê de ji sedî 41,42 zêde bûye

Di meha Tebaxê de herî zêde bihayê alkol û tutinê bilind bûye ku ev ji sedî 19.11 e. Di salê de jî rêjeya vê komê ji sedî 41,42 bûye.

Dîsa di komên mesrefan ên sereke de vê mehê herî zêde bihayê mesrefên ji bo perwerdeyê bilind bûne ku rêjeya wê ji sedî 4,26 e. Di xaniyan de jî ji sedî 2,04 zêde bûye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin