Di lêpirsîna kongreya Stenbolê ya HDPê de 12 kes hatin desteserkirin

Di lêpirsîna kongreya Stenbolê ya HDPê de 12 kes hatin desteserkirin

.

A+A-

Li parêzgeha Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarî ya Stenbolê îro 17ê Kanûna 2021ê bi hinceta propagandeya rêxistinê rêveberên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 12 kesên ku beşdarî kongreya Stenbol ya HDPê  bûn hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan di çarçoveya lêpirsînê de rêveberên HDPê jî di nav de 12 kes hatine desteserkirin û  herwiha di çarçoveya heman lêpirsînê de jî rêveberê berê yê HDPê Bakan D. li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hatiye desteserkirin û dê bo Stenbolê bê veguhestin.

4emîn kongreya HDPê ya rêxistina Stenbolê 12ê Kanûna 2021ê  bi beşdariya Hevserokê HDPê Mithat Sancar û bi hezaran endam û alîgirên HDPê li salonekê çandî ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê hat çêkirin.

Piştî kongreyê bi rojekê 13ê Kanûna 2021ê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ragihandibû ku ji ber dirûşmên piştgirî û pesnê serokê PKKê û sirûdê wan lêpirsîn daye dest pêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin