Di hilbijartinên Belçîkayê de hêviya tirkan şikestek xwar

Di hilbijartinên Belçîkayê de hêviya tirkan şikestek xwar

Hate ragihandin ku di hilbijartinên herêmî yên Belçîkayê de li bajarê Gent a ku zêdetirîn serhejmara tirkan tê de ye, ti partiyên ku ji aliyê tirkan ve hatibûn damezirandin bi ser neketin.

A+A-

Partiya Be.One ku yek ji damezrînera wê, Parêzer Meryem Kaçara ku nêzîkî Erdoğan e, li bajarê Gentê ku herî zê de tirk lê dijîn, şikestek xwar. Meryem Kaçarê bi tenê 579 deng wergirtiye û tevahiya dengên Partiya Be.One jî bi tenê 1709 deng wergirtine ew jî dibe % 1.1.

Partiya VMC ku ji aliyê Ahmet Koçê ku di dema 15 Temûzê de bi piştgiriya Erdoğanî hate nasîn ve hatibû damezirandin, tenê 480 deng wergirtine û %0.3an de ma.

Dîsa Murat Köylüyê nêzîkî AKPyê ye, %0.3 deng wergirt. 

Li aliyekî din di dîroka Belçîkayê de cara pêşî 3 kesên biyanî ku yek ji wan tirk, yek jê Kongoyî yek jî Fasî, bûn serokên şaredariyan.

Emîr Kırê ku di sala 2012an de cara pêşî bûbû serokê şaredariyê ya Sainnt-Josseê yê ji kêmaran, di vê hilbijartinê de cardin bi ser ket. Emîr Kir, ji Partiya Sosyalîstan e. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin