Di hilbijartina serokkomariya Îranê de Îbrahîm Reîsî bi ser ket

Di hilbijartina serokkomariya Îranê de Îbrahîm Reîsî bi ser ket

.

A+A-

Navenda Hilbijartinan ya Îranê encamên hilbijartina serokkomariyê ragihand û li gorî encaman berbijêrê muhafazakar Îbrahîm Reîsî nêzîkî 18 milyon deng wergirt û bi vê encamê dibe 13mîn Serokkomarê Îranê.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan ya Îranê mafê 59 milyon û 310 hezar û 307 hebûye û ji wan 28 milyon û 600 hezar kes beşdarî hilbijartinê bûne.

Encamên dengên hilbijiartina Îranê wiha ne:

1 – Îbrahîm Reîsî 17 milyon û 800 hezar deng

2 – Muhsîn Rizayî Mîr Qeyd 3 milyon û 300 hezar deng

3 – Ebdulnasir Hîmmetî 2 milyon û 400 hezar deng

4 – Emîr Husên Qazî Zade Haşimî 1 milyon deng

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin