Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn

  Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn

.

A+A-

Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê destnîşan kir ku di êrişên xwekujiyê yên li Bexdayê de 13 kes mirin e û 28 kes birîndar bûne. 

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama 2 êrişên xwekujiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Xalid El Mehne destnîşan kir ku di êrişên xwekujiyê yên li Bexdayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne. 

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul jî diyar kir ku herdu êrişkaran dema ku hêzên ewlehiyê ew dişopandin û dixwestin wan bigirin, xwe teqandine.

Kesên birîndar li nexweşxaneyên Bexdayê tên dermankirin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ji bo birîndaran banga lezgîn a xwînê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin