Di êrîşa Talîbanê de 13 leşkerên Afgan hatin kuştin   

Di êrîşa Talîbanê de 13 leşkerên Afgan hatin kuştin  

.

A+A-

Hat ragihandin ku di encama êrîşên Talîbanê de 13 leşkerên artêşa Afganistanê hatin kuştin.

Rayedarên Afganî yên ewlekariyê ragihandine ku doh 16ê Kanûnê çekdarên Talibanê li dijî xalên artêşa Afganistanê, li Wîlayeta Bexlan ya li bakurê welat 2 êrîş pêk anîn ku di encama êrîşan de, 13 leşkerên hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Çend roj berê jî li wîlayeta Ewrûzxan, di encama êrîşeke çekdaran de, 5 leşkerên hêzên ewlehiya Afgan û 17 çekdarên Talibanê hatibûn kuştin.

Hêjayî gotinê ye, tevî agirbesta navbera hikûmeta Afganistan û Talîbanê ku bi navbeynkariya Amerîkayê bi soza vekişîna hêzên Amerîkî hatiye kirin jî di demên dawî de ango beriya destbikarbûna serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden êrîşên Talîbanê zêde bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin