Di encama teqînekê de malbateke Efrînî bû qurbanî

Di encama teqînekê de malbateke Efrînî bû qurbanî

Jêderên xwecihî ji bajarê Efrînê ragihandin, dema ku malbateke Efrînî, bi rê ve bû ji bo xwe bigehîne Helebê, mayinek li gundê Berad ê ser bi bajarokê Şêrawa ve, bi malbatê ve teqiya û di encamê de, endamên wê jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Jêderan diyar kirin, ku ew malbat ji, Mihemed Bîro û jina wî Tolîn Bîro û zaroka wan pêk dihat û berî niha rastî astengiyan ji aliyê çekdaran ve hatibû û neçar bibû ku nêzîkî 2 milyon Lîreyên Sûrî radestî çekdaran bike, lê bi gotina heman jêderan, wan çekdaran daxwaza pereyên bêtir li Mihemed Bîro kiribûn û vê yekê hişt ku navhatî ligel malbata xwe ji gundê xwe birevin û ber bi Helebê ve herin, lê di rê de ew mayin bi wan ve teqiya û canê xwe ji dest dan.

Ev çendîn car e, welatiyê Efrînê dibin qurbaniyên mayinên ku li piraniya gundewarê wê navçeyê hatine vedan, bi awayekî ku welatî di malên xwe de jî rastî mirinê hatine, ji ber ku ew mayin di gellek malan de jî hatine vedan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin