Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt

Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt

.

A+A-

Dadgehê daxwaza derbarê girtinê 3 polîsên ku tiliya wan di kuştina Serokê Baroya Amedê ya Tahir Elçî de heye, red kir û derbarê bersûcan de biryara qedexekirina derveyî welêt da. 
 
Danişîna 2'yem a doza kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê hat lidarxistin, bi dawî bû. Di dozê polîsên bersûc S.T., F.T. û M.S. hatin darizandin. 
 
Danişîn danê sibehê dest pê kir. Hevjîna Elçî Turkan Elçiyê û birayên Elçî Mehmet û Omer Elçî û Baroya Amedê û gelek saziyên din xwestin tevli danişînê bibin. Dadgehê tenê hişt Turkan Elçî û Mehmet Elçî û Baroya Amedê tevli danişînê bibin û daxwaza yên din red kir. 
 
Polîsên bersûc bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. 
 
Piştî parêzastina polîsên bersûc û parêzerên wan, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin xwest polîsên bersûc bên girtin. Lê belê heyeta dadgehê daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc red kir û derbarê her sê polîsan de biryara qedexekirina derveyî welêt da. 
 
Her wiha parêzerên polîsan xwestin keşf bê kirin, lê belê dadgehê diyar kir ku dê ev daxwaz paşê bê nirxandin. Dadgehê biryar da ku dê danişîna bê de dê 5 şahid bên guhdarkirin û daxwaza ji bo tevlibûna danişînê ya bersûcan jî red kir û danişînê taloqî 14'ê Tîrmehê kir. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin