Di derheqê Veysî Altay û Dîcle Anterî de cezaya zîndanîkirinê hat dayîn

Di derheqê Veysî Altay û Dîcle Anterî de cezaya zîndanîkirinê hat dayîn

Danişîna biryarê ya doza ku Derhênerê dokumantera Nû Jîn û Gerînendeyê berê yê Sînemaya Yilmaz Guneyê ya li Batmanê ku organîzasyona danîşana dokumanterê kiribû, îro li 2emîn Dadgeha Giran a Batmanê bi rê ve çû.

A+A-

Veysî Altayê Derhênerê Dokumantera Nû Jîn a ku jiyana sê jinên li Kobanê ku di şerê li dijî DAIŞê de cih girtine vedibêje, û Dîcle Anterê Gerînendeyê Berê yê Sînemaya Yilmaz Guney a Batmanê ku danîşana wê organîze kiribû, bi tawana 'propagandaya rêxistina terorê' kirine, dihatin darizandin.

Îro, 2emîn Dadgeha Giran a Batmanê, di derheqê Veysî Altayê de, bi hinceta 'propagandaya rêxistinê' 2 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê da. Bi heman sucdarkirinê, bo Dîcle Anterê kurê Mûsa Anterî jî 2 sal û mehek ceza da û bo herduyan jî qedexeya derketina derveyî welat sepand.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin