Hüsamettin Turan

Hüsamettin Turan

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Di derbarê partîyên Bakûrê Kurdistanê çend têbinîyên pêwist 1

A+A-

Dema mirov li rola partîyan dinêre, ko em behsa organîzasyonek/ dezgehek hemdem dikin ku armanca wî ya sereke ew e ku di nava sistemek dîyar de parastina mafên civakê an jî beşek ji wan mafan têxe nav programa xwe û ji bo bidestxistina van mafan tevdigere.

 

Rola partîyên kurdan ji rola partîyên di sistemek damezirandî de helbet dîyar bûye û ji bo wê jî xwe nexistine binê barê zagonên van dewletên ku li ser înkara kurdan hatî damezrandin.

 

Ji bo wê em behsa rola partîyen kurdan di demên derketine hole, li ser pîvanên wan ên stratejîk, polîtîk û civakî dikarin analîz bikin.

 

Mejîyê Stratejik : Li gorî rewşa civakê û analîzkirina dost û dijminan di nava kompleksek; pirsan , pirsgirêkan, alîyan, tifaq, hedef, berjewendî û tekilîyan de mafên heq û huquqên ku mirov xwedî lêderdikeve, li gorî wî analîzek bike û civakê ji vê rewşê derîne an hinek ji wan daxwazên xwezayî yên neteweyek di nava van kompleksan de bidest bixe.

 

Mejîyê Polîtîk : Di nava sîstemek de fedakirina mafên xwezayî  yên beşek ji  civakê an di mijara me de mafên neteweyek de. Damezirandina tevgerek hemdemî li gorî dîroka civaka xwe, rewşa têda, cografyaya ku teda dijî, rewşa welatên serdest an bi bandor, aborîya cîhanî, stratejîya welatên di sîstema navdewletî de, peymanên ku welatê ku jê maf tê xwestin ku pêve giredayîne, peymanên ku wê welatê pêve were girêdan ji bo rêya dozê hêsantir bibe. Li armanca parastina wî mafî, mejîyek, fikrek were danîn pêşiya wê civakê ku bi vî mejiyê û peşbîniya hedefên sereke; întegrasyona polîtîkaya hemdemî a civakê / polîtîzekirina civakê, tifaq, berjewendî û civakê bixe nava tevgerê u mobîlîzasyona polîtîk. İntegrasyona sîstema polîtîkaya partîyê bi pîvanên navdewleti/ demokratik û civakî.

 

Analîza Civakê: Di parastina neteweyekî de daxwazîyen civakê an bawerîyên civakê bêbaha tê dîtin û bi gorî sosyolojîya civakê û sosyolojîya civakên ku tev de têkelin ji alîyê pispor, zana an bi ciwaknasên polîtîkzan/siyasetmedar û stratejîstan ve tê kirin. Dîroka wê neteweyê tê analîzkirin, İntegrasyon û entegre kirina civakê li himberê sîyaseta dagirker tê kirin, ku civak hişyar û zîrek be, li dijê her mudaxaleyek ku hareketa sîyasî tê pasîfîze kirin an bi vî armancê bi van gavan tê hişyar kirin.

 

Partîyên sîyasî yên bakur bi giranî li ser hîmên dema şerê sar, di navbera yekîtîya Sovyet û welaten rojava da derketine hole. Bi programa parastina maf û azadîya neteweya Kurd bes bi îdeolojiya sosyalizme an bi giranî di binê vê tesîra polîtîk derketine pêş. An jî bêhtir şexsîyet an partîyên bi vê şêweyê derketine peş, ku di dema xweda neguncayî bûye.

 

Dema îdeolojîya sosyalîzme di 1972 de bi dawî bûye ku Siyasetmedarê navdar û bi bandor yê Ferensî Valery Gishard de Esting di bîranînên xwe de tîne ziman ku welatên rojavayî di warê aborî de Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst lawaz kirine û bes polîtîk jî di sala 1990 î de jixwe têk çûbû.

 

Partiyen Bakur bi mejî di binê ve tesîrê de mejîye stratejîk danan ku ev li dijî siyaseta welatên rojavayî yên bi bandor bu. Wekî din tifaqên lawaz ji derva de dihate ditîn û tifaqên ideolojîk bi vê şêweyê dihate kirin ku tesîra wan li ser sîyaseta navdewletî tune bû an kêm bu.

 

Ev Sîyaseta partîyen kurdan ji alîye Tirkîye ve baş dihate ditin, lewma Tirkîye jê sud werdigirt ku tu demê jî neaniye ziman.

 

Duyem; li dijî mejiyê stratejîk bûye ku ihtîmala ku Kurdistanî bi vê mejiyê polîtîze an polîtîk organîze bibin jî,  hemdem -modern- dixuyê jî, ne di xizmeta neteweya Kurd de bûye. Sistemek ku ne bi hêsani di nava civakê de xweş dihat dîtin û rastîya wan ji a civake dûr buye.

 

Sêyem; mejiyek an îdeolojîyek ku dihat empozekirin li ser hîmê ruxwandina siyaset û stratejîya welatên rojava bu ku bi vî rengê dîyar dibû ku analîza dîroka polîtîk nekaribûne bikin an ji fikrê îdeolojîk wan esir girtibû.  Analîza sîyaseta navdewleti nehatibû kirin ku neteweyên yekbûyî bi biryar a 5 endamên herdemî dihat birevebirin û qerar bi desten vana bi yekdengî dihate girtin, ger Rusya erê jî bikira her welaten din li dijî bûn. Herî muhîm ew e ku Rusyaya Sovyeta Sosyalist rola wî û granîya wî çi bû û têkilîyên Rusya û Tirkîye nahatibû analîz kirin. Ev herdu mînak dîyariya analîza mejiyê politik yên partîyên Kurdistanî li Bakur in.

 

Ew Partîyên ku di salên 1970 yan de bi vê bingehê hatine damezirandin di sala 1990 de bi ruxandina Sovyeta Sosyalist ji alîyê politîk ve ruxîyan u mejîyê netewî bi vê êşê bû mîrata pirsgirêkên giran di nava civakê de berdewamîya sîyaseta wan li ser pişta kurdan berdewamîya hebûna wan bûye û hêj jî berdewam e. Bes ger mirov dawîya hilbijartinan an beşdarbûna civînên van partîyan binêre, mirov dikare bibîne ku her dem paşve diçin, lawaz û marjînalîze bûne. Ku marjinalizebûyîn jixwe bidawîhatina sîyaseta partîyek politike.

 

Di salên 1990 de rewşek din di Rojhilata Navîn de derket pêş ku pêlek mezin ya siyaseta welatên rojavayî bi serve hat û dewletên rojhilata navîn ji nû ve şeklek digre, civaka rojhilata navîn bi gorê globalîzmê tê teşe dayin. Ew sîyaset û stratejîya welatên serdest yên cîhanê, rojava bi mudaxaleyek leşkerî û bi piştgirîya wan bi problemen navxweyî ya civaka rojhilatî hê jî berdewamin.

 

Bes yekem partîya ku kurdan li bakur mobilize dike dîyare û stratejîya yekem a vê partîya sereke jî "serhildana civakî li himber kevneşopîyê" ye. Dem dem li gorê konjukturê sloganên xwe biguherin jî , daxwazên netewî yên kurdan kemtir dikin.

 

Civaka kurd di binê zilma sîyasî, aborî û pirsgirêkên cur bi cur û giran de dijî. Pêşengîya civakî sloganên hemdemî diqêrin bes mejî sîstematîk ji hemdemîyê û ji rêya  rewa /huquqî tê durxistin. Ev noqte gelek girîng e, bes tu hizbek bêyî guhertinek navdewletî nikare êdî mudaxale bike.

 

Partiyên cuda, yên bakurê Kurdistanê an şexsîyetên sîyasetmedar jî li ber çavê ku hem ji civake durin hem jî wek me li jor got bi mejiyê dema şerê sar sîyasetê naskirine, nedixwstin li xwe mikur werin an jî nexwestine pirsa "siyaset çi ye?" ji xwe bipirsin.  Ji xwe kes an civakek ku vê hesabê bipirse jî tune ye. Îhtimala ku mirov  "Gladîyoyek li ser entegrasyona kurdan di nava dewletên ku têda heqê wan tê binpêkirin" hebe jî girane ku were zelal kirin.

Wê dewam bike...

Önceki ve Sonraki Yazılar