Di demeke ku guhertinên dîrokî pêk tên PAKê  jî du salê xwe temam kir

Di demeke ku guhertinên dîrokî pêk tên PAKê jî du salê xwe temam kir

PAK di encama xebatên Komîsyona Dîyalogê û Hewldana Partîyeke Kurdistanî de di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî partîyeke resmî li Tirkîyê hate qebûl kirin.

A+A-

PAK di  encama xebatên Komîsyona Dîyalogê û Hewldana Partîyeke Kurdistanî de di roja 18.10.2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 11.12.2014an de jî wekî  partîyeke resmî  li Tirkîyê hate qebûl kirin.

Belê di demeke ku guhertinên dîrokî pêk tên  PAKê  jî  du salê xwe temama kir.

Di vê du salîya xwe de PAKê di doza azadîya Kurdistanê de xebateke bi  rûmet meşandîye û  di rojên pêş de dê roleke hîn girîngtir jî bilihîze.

Gelek bûyer û pêşketinên girîng di vî du  salî de rûdan.

Nuha jî li başûrê Kurdistanê ji bo rizgar kirina Mûsilê şerekî dijwar destpêbûye.

Ez hêvî dikim ku ev şera derî li serxwebûna  başûrê Kurdistanê veke. Ev bedelên ku gelê me didin, bila vê carê bi Kurdistaneke azad û serbixwe bigihêj armanca xwe.

Dîroka Kurdistanê aşkere kirîye ku, bakurê Kurdistanê  tesîreke xwe ya girîng û esasî li ser a her çar perçeyên Kurdistanê heye. Gava ku li bakurê Kurdistanê  balansa sîyasetê bê  guhertin, dê tesîreke mezin li perçeyên din jî bike.

Em partîyan bakurê Kurdistanê divê bi hişyarîyê li xebatên xwe û li girîngîya hêzeke xurt ya li bakurê Kurdistanê binerin.

Jiber wê jî damezrandina PAKê li bakurê Kurdistanê gelekî girîng e; lê ya girîngtiir jî ew e ku, em partîyeke xurtir bikaribin ava bikin.

Bi vê perspektîfê ez dixwazim di du salîya PAKê de behsa PAKê bikim.

PAK navê ekoleke nû ye

Damezranêrên  PAKê  ew kadro bûn ku  bi salan  di reya azadîya Kurdistanê de keda wan hene;  lê PAK bi gotar û sîyaset û helwest û xebata xwe partîyeke nuh  e.

Helbete   ya rast ewe ku ne em xwe bi xwe behsa PAKê bikin;, lê yên ji derveyî me ne, gelê me bi xwe divê  PAKê binirxînin.

PAK di du salan de,  li gel hemû  kêmayî û  pirsgirêkên xwe jî, bi ekola xwe, bi  şêweyê xebatên xwe, bi helwestên xwe, bi gotarên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe  ve di siyaseta bakurê Kurdistanê de bûye navendeke esasî.

pak_wan.jpg

Helbete ku dikarîbû hîn baştir, xurtir û mezintir bûya. Lê ewqas ji destê me hat; kêmayî  û xeletî jî, serkeftin û pêşketin jî yên me ne.

PAKê di birêvebirina navxwe û di raya giştî de zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn bikaranîye û Kurdî di temama daxuyanî û  nivîsên navxweyî de zimanê  resmî yê  PAKê bûye.

PAK roja çarşema sor li gundê Êzîdiyan, roja aşureyê bi Elewiyan re bû; roja hêkesorê li dêra Xiristiyanan,di hemû cejnên misilmanan de bi gelê me yê misilman re bû.

PAK ji bo protestoya  îdam kirinên  ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Îranê bû, jibo kuştina keça Kurd Ferînazê, li gelek bajarên Kurdistanê li qadan bû. Ji bo Qamişlo û Kobanê daket qadên bajaran,  ji bo Şengalê daket kuçeyên.PAK li Robozikê, li Pirsûsê bû.

PAKê  di Newrozê de li ber Kela Wanê bi beşdarîya girseyeke berbiçav  bi  ala Kurdistanê agirê Newrozê geş dikir, Newroz  pîroz kir.

Di şerê li nav Sûr a Amedê de gelê me zerareke mezin dît. PAKê alîkarîya xwarin, betanîyê û cil û berg gîhand 2000 malbatên mexdûrên Sûrê.

PAKê ji  demezradina xwe heta îro, di  derbarê rojên taybet yên dîrokî , serhildanên kurdan  de û ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê de gelek konferans, semîner û çalakî lidar xist . PAKê rola peymanên wekî Sykes-Picot û  Lozane di dîroka Kurdistanê de careke din anî rojevê û helwesta xwe ya Kurdistanî di derbarê van peymanan de nîşan de. Wekî sembola netewî di hemû çalakîyên xwe de PAKê ala Kurdistanê liba da û wekî prensîb, çalakî û civînên xwe bi sirûda netewî  ‘’Ey Raqîb’’ê destpêkir.

PAK li welatên Ewrûpayê jî bi çalakî, rêxistin û xebatên ve bûye deng û rengekî nû. PAKîyên  Ewrûpayê li gelek welatan bûne nimûneya PAK a ku em tarîf dikin.

PAK partîya fedekarên Kurdistanê ye. Bi aborîya xwe, bi afirandina sîyaseta xwe, bi rêvebirina xwe partîyeke  serbixwe ye.

PAK  bi îmkanên xwe  heta îro bi awayekî  mutewazî  bi kujekî  barê doza azadîya Kurdistanê girtîye, lê di eslê xwe de bûye dengê  bi milyonan bêdengan.

sykes-pîcot-amed-(8).jpg

PAK berdawîmîya tradîsyoneke 200 salî ye

PAK dîrokê ji xwe nade destpê kirin; bi xwe jî naqedîne; rêzê li  hemû ked û xebatên ji bo doza azadîya Kurdistanê digire û lê xwedî derdikeve.

 

Ji ber vê yêkê jî, PAKê got em partîyeke 200 salî ne. Got em ne partîya ji nû ve jîndar kirina  tu tradîsyonan  ne. Got em berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ne. Got  hemû tradîsyonên keda wan di doza azadîya Kurdistanê de hene , em berdewamîya wan in.

Di roja ewil de PAKê   got em berdewamîya Şêx Seîd, Seyîd Riza,  Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, pêşewa  Qazî  Mihemed û Mele Mistefa Barzanî yê nemirin. Got em berdewamîya  xebat û têkoşîna pêşmerge, gerîla, şervan, nivîskar, sîyasetvan, rewşenbîr û hemû kedkarên doza azadîya Kurdistanê ne.

PAKê di roja ewil de sîyaseta xwe ya tifaq û yekitîya li ser vê prensîbê ava  kir:’’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin;yên nikaribin tifaqan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’’. Vê  rêbazê  jî wekî perçeyeke şexsîyeta PAKê di nav sîyaseta  Kurdistanê de cîhê xwe girt.

PAKê ji roja ewil heta îro her got, ne serokê me, ne rêveberîya me, ne navê me, ne ‘’xetên sor’’ in ji bo me. Di rêya yek kirina potansîyela azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî de,  got em ji  hemû  fedakarîyan re amade ne.

PAKê ji xeta xwe ya azadîxwaz ya Kurdistanî tawîzan neda û di herdu hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çirîya paşîn a 2015an de helwesteke bi şexsîyet danî. Ji bo çend parlamenteran bidest bixe bername û sîyaseta xwe binpê nekir, neket nav  tifaqên xelet. Partîya  ku di vî warî de serbilind e, bi rûyekî sipî li holê ye bêyî  teredut PAK e.

PAKê li himberî şerê ku berdewame, bêyî  teredut helwest girt û got ‘’Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’’.  PAKê ji Dewleta Tirk re  got bi şer û kuştinan tu yê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire; ji PKKê re jî got, ev şer, ev xendek û barîkatên li nav bajaran zerarê dide gelê me, dide welatê me.Îro jî her li ser vê sîyasetê dimeşe.

PAKê  siyaseta  xwe   li ser xeletîyên hinekan û  li ser dijminatîyê nemeşand. Got ez divê xwe bi xwe tarîf bikim û behsa xwe bikim; ne ku behsa xerabîyên hinekan. PAKê ferqa xwe bi sîyaset û bername û gotarên xwe aşkere kirîye. PAK  xwe bi xwe tarîf dike, xwe bi hinekên din tarîf nekir.

PAKê bi pratîka xwe jî nîşan da ku ne ji bo dijmintîya yên li derveyî xwe,lê  ji bo pêkanîna bernama xwe, ji bo azadîya gelê xwe  daketîye  qada têkoşîne.

PAK di berfireh kirina pirrengî û pirdengîya sîyaseta bakurê Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.

lozan-001.jpg

PAK navê sîyaseteke bi şexsîyet ya Kurdistanî ye

PAKê têkoşîn û destkeftîyên hemû perçeyên Kurdistanê wekî yên xwe dît û got ez partîya azadîya bakurê Kurdistanê me. Got, ez ne beşeke ji tu partîyên perçeyên din im û ezê li tu perçeyên din ê Kurdistanê wekî  partîya wan perçeyan rêxistinên xwe daneynim. PAK bi birayetî alîgir, piştgir, hevkarê doza azadîya Kurdistanê ya her perçeyî ye. Em ne bi dijayetîyê, lê bi rexne û pêşniyarîyên xwe yên welatperwerane dê bibin alîkarê birayên xwe.

PAK piştgirê serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye, piştgirê destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ye, têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe dizane. Li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî û tifaqên netewî ye PAK.

PAKê got ez partîyeke Kurdistanî me. Lê ji texmînî 25 milyon Kurdên li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê  dijîn,   li dora 10-12 mîlyonê wê li Tirkîyê ne.  Ji ber vê rastîyê û  jiber pêwîstîya gelê me yên li bakur û li Tirkîyê dijîn,  PAKê got  helbete ku  doza azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyê jî me eleqedar dike. Lê pirsa Kurdistanê nabe ku bi pirsa demokrasîya Tirkîyê ve bê  girêdan.

PAK dibêje bingeha xebata me li ser hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye; em ji bo Kurdistanê mafê çarenûsîyê dixwazin, mafê xwe bi awayekî azad li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî  îdare kirina gelê Kurdistanê dixwazin (çi federalî, çi konfederalî, çi serxwebûn).

PAK partîya girseyî ya hemû pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî û civakî yên Kurdistanê ye.

PAK ne bi şîdet û tûnd û tûjîyê, lê bi rêyên  sîyasî û demokratîk, bi bêîtîadîya sivîl  dixwaze mafên netewî û demoratîk yên miletê Kurd û azadîya Kurdistanê bidest bixe . PAK bi xwe jî gaveke  bêîtîadîya sivîl e.

PAK dibêje ji bo birêxistin kirina civata bakurê Kurdistanê, ji bo ku gênc û jin bibin xwedîyê partîyê,  rê û rêbazên nuh û  hevdem ku  li gel tevna civata me bigunce bêne peyda kirin.

PAK dibêje em ne temeşevan an jî şîrovekarên rewşa Kurdistanê ne; em aktorên esasî ne ku bikaribin vê ‘’qedera miletê xwe’’ biguherînin.

PAK dibêje bingeha pêşketinê xebat e, xebat e, xebat e.

Di du salîya xwe de divê hemû  rêveber, endam û alîgirên PAKê, ji bo ew PAK a ku em terîf dikin pêk bê, bê westan  û bi fedekarî  bixebitin. Divê em PAKê bikin partîya girseyî ya  bakurê Kurdistanê; divê bi milyonan gelê me ala Kurditanê û ala PAKê bi hevdu re hilbigirin.

Divê em bizanibin ku doza azadîya Kurdistanê xebateke ji dil û bi sebir û bi  îstîkrar divê. Herweha kadroyên jîr, lihevkirî û îmkanan divê. Hemû PAKî divê ji bo pêkanîna vê  pêwîstîyê bêyî  hesabên  şexsî  û grûbî li gel hemû potansîyela azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî ve di nav peywendîyeke germ û berhemdar de bin.

Ji bo Partîyeke  hîn xurttir divê hemû partî,  grûb û dor û ber û take kesayetiyên wek PAKê difikirin jî  milê xwe hildin û hîn aktîftir , jibo pêkanîna vê pêwîstî û projeyê bixebitin.Divê em  bibînin ku wextên di  meşa yekkirinê de em wenda dikin,  di eslê xwe de  sebebê paşve xisitna azadîya welatê me  ye.

Belê, her Kurdistanîyekî   bi wîcdan li ‘’berîya PAKê û piştî PAKê’’ binere, dê ferqeke berbiçav bibîne; ev ferq di her warê sîyasetê û xebatê de aşkere ye.

PAK kedkarê doza azadîya Kurdistanê ye û divê sibe ji îro, saleke din ji îsal baştir û pêşdetir be.

PAK bi ehlaq û kûltûra xwe  bûye deng û ekoleke nû  û  berhemên vê ekolê  di pêşeroja gelê me de dê xwe dîyar bike.

Di du salîya PAKê de  daxwaz û kêfxweşî û destkeftina me  ya herî mezin dê serxwebûna başûrê Kurdistanê be

Du saliya PAKê li endam, piştgir û  dostên wê  û li  gelê Kurdistanê pîroz be.

18.10.2016

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin