Di dema qedexeya derketina derve de ceza li 40 hezar kesî birîne

Di dema qedexeya derketina derve de ceza li 40 hezar kesî birîne

.

A+A-

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di dema qedexeya derketina derve de li 81 bajaran, ceza li 40 hezar û 591 kesî birîne.

Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 21 û 28ê Kanûna Pêşiyê, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 40 hezar û 591 kesî birîne.

Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:

“Ji 7ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê û pê de rojên şemî û yekşemê di navbera saet 21.00 û 05.00ê de, ji roja 21ê Kanûna Pêşiyê roja Înê saet ji 21.00ê heta 28ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê saet 05.00ê, li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 40 hezar û 591 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.”

Her weha Wezareta Navxweyî ji bo pîrozbahiyên sersalê ji 81 walîtiyan re giştîname şandiye. Di giştnameyê de hatiye destnîşankirin ku derketina derve û lidarxistina şahiyên sersalê qedexene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin