Di Cotmehê de hêzên Tirkiyê û çekdaran 119 kes li Efrînê girtine

Di Cotmehê de hêzên Tirkiyê û çekdaran 119 kes li Efrînê girtine

Di Cotmehê de hêzên Tirkiyê û çekdaran 119 kes li Efrînê girtine

A+A-

Li Herêma Efrînê girtin û revandina welatiyên sivîl bûye diyrdeyeke rojane, ku çekdarên oposizyona Sûriyê her meh bi dehan kesan digirin an jî direvînin û ji destpêka Cotmehê ve 119 kes girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ku gurûpên çekdar yên opozsiyona Sûriyê,ji destpêka vê meha Cotmehê ve û heta niha, çekdarên oposizyona Sûriyê 119 kes li Herêma Efrînê bi awayekî neyasayî girtine û navên wan girtiyan jî hatine belgekirin.

Di meha Îlona borî de jî, li Herêma Efrînê 78 kes ku di nava wan de 5 jin hene, ji aliyê çekdarên oposizyona Sûriyê ve hatine girtin û navên wan hatin belgekirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, pêr 25ê Cotmehê jî hêzên Istixbarata Tirkiyê MIT li gel polîsên serbazî yên girêdayî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê bi ser gundê Kefersefrê yê li nahiya Cindirêsê ya Efrînê de girtibûn û 12 kes ji xelkê wî gundî girtine ku yek ji wan jin û dayika zarokekî ye.

Hêzên Istixbarata Tirkiyê û polîsên serbazî herwiha roja Duşemê serê sibê jî avêtine ser gundê Kora li nahiya Cindirêsê û 5 welatiyên Kurd girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê herwiha destnîşan kiriye, ji 18ê Adara 2018an ve û heta niha girtina 6 hezar û 890 kesî hatiye belgekirin û 129 kes, li hemû navçeyên Bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de, bi sedema îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane û 511 kes teqe li wan hatine kirin, ku wan dixwest sînor derbas bikin an malên wan li nêzîkî sînor in.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî êrîşa artêşa Tirkiyê, ketiye bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin