Di cebilxaneyê de teqîn

Di cebilxaneyê de teqîn

Li navçeya Reyhanli ya Hatayê di cebilxaneyekê de teqînek pêk hat û ji ber teqînê malên li derdorê zirar dîtin. Piştî teqînê wek bergirî hinek mal hatin valakirin.

A+A-

Li navçeya Reyhanli ya Hatayê di cebilxaneyekê de teqînek pêk hat û ji ber teqînê malên li derdorê zirar dîtin. Piştî teqînê wek bergirî hinek mal hatin valakirin.

Ji ber teqîna bihêz a li Reyhanliyê camên hinek malan şikestin û di dîwaran de derizandin çêbûn û perçeyên hinek şarapnelan li dîwaran ketin.

Şêniyên taxê diyar kirin ku teqîn li cebilxaneyekê pêk hatiye, “Pêşî me fê nekir bê i ber çi teqîn pêk hat. Dema em derketin derve, me dît ku li dû hev teqîn çêdibin. Camên mala me şikestin. Baş e ku tu kes bi kes nehat.”

Ji aliyê din ve bi mebesta ewlehiyê, hêzên ewlekariyê bergirî li herêmê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin