Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin

Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin

.

A+A-

Li gorî rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 213 rojnamger hatine dadgehkirin. 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Lêpirsînnameyên nû ji bo herî hindik 14 rojnamegeran amade kirine.

Yekem rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê derketiye. Expression Interruptedê di bin banê Platforma Rojnamegerên Serbixwe (P24) xebatên xwe dewam dike.

Expression Interruptedê dozên hatine vekiin û çavkaniyên ji raya giştî re vekirî şopandine û daneyên xwe bi vî awayî berhev kirine. Rapor jî di encama vê de amade bûye. Di raporê de behsa bûyer û tiştên di warê azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê de pêk hatine, kirine.

Di raporê de hatiye gotin ku li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeyê ya 2016an û ragihandina Rewşa Awarte, rewşa azadiya çapemenî û xweîfadekirinê nebaş bûye û wê rewşê di 2021an de jî dewam kiriye. Her weha hatiye gotin, li gorî îstatîstîkên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di sala 2020an de herî zêde Tirkiyeyê xala 10an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye. Ev xal derbarê azadiya xweîfadekirinê de ye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ser Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2021an a Rojnamegerên Sînornenas ku gotiye Tirkiye di rêza 153yan de ye.

Her weha destnîşan kirine ku digel Konseya Ewropayê bi israr gotiye biryara DMMeyê ya di meha Gulana sala derbasbûyî de ji bo Osman Kavalayî daye û di meha Kanûna Pêşiyê ji bo Demîrtaşî daye pêk bînin, Tirkiyeyê ev biryar bicih neanîne.

Hejmara rojnamegerên girtî daketiye bin 70yî lê…

Di beşa dadgehkirina rojnamegeran de raporê behsa dadgehkirinên di çar mehên pêşiyê yên sala 2021an de bûne kiriye. Raporê diyar kiriye ku ji sala 2016an û vir ve cara yekê ye hejmara rojnamegerên girtî dikeve bin 70yî.

Li gorî Expression Interruptedê niha li Tirkiyeyê 68 rojanameger girtî ne ku ev hejmar serê salê 87 bû. Lê Expression Interruptedê gotiye ku ev ne ji ber zext û zor li ser rojnamegeran kêm bûye wisa bûye, ew rojnamgerên ji serê salê û vir ve tehliye dibin, ji ber demeke dirêj e girtî ne û cezayê li wan hatiye birîn qediyaye, ji girtîgehan derketine.

Di nava van rojnamegeran de Ahmet Altanê ku çar sal û 7 mehan girtî ma hu Dadgeha Bilind biryara tehliyekirina wî da û Buşra Erdal, nûçegîhana kevn a rojnameya Zamanê ya çars sal û heşt mehan girtî ma û hatin berdan jî hene.

50 sal û 10 meh ceza li 20 rojnamegeran birîne

Di raporê de hatiye diyarkirin ku digel hejmara rojnamegerên girtî kêm dibe hejmara dozên tên vekirin kêm nabe. Li gorî raporê di meha Kanûna Paşiyê, Sibat, Adar û Nîsanê de 213 rojnameger herî hindik carekê derketine pêşberî heyeta dadgehê. Di heman demê de 107 dozên li rojnamegeran hatine vekirin dewam kirine û herî hindik li 16 rojnamegeran dozên nû vebûne.

50 sal û 10 meh cezayê girtîgehê, Muyesser Yildiz, Ismaîl Dukel, Inan Kizilkaya, Alîcan Ûlûdag û Hakan Aygunî jî di nav de, dane 20 rojnamegeran. Ji vî 50 sal cezayî 21 sal cezayê girtîgehê li Eren Keskîn, Inan Kizilkaya, Zana (Bîlîr) Kaya û Kemal Sancili, rêveberên berê yên Rojnameya Ozgur Gundemê birîne. (HA/FD)

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin