Di butçeya 2018an de Helebce tune!

Di butçeya 2018an de Helebce tune!

Hikûmeta Iraqê, di pêşnûmeya 2018an de bajarê Helebceyê wek girêdayî Silêmanî nîşan da û jêre tu parek neveqetand.

A+A-

Hikûmeta Iraqê pêşnûmeya budçeya sala 2018an amade kir bes tê de Bajarê Kurdistanê Helebçe wekî girêdayî Silêmanî nîşan da û di budçeyê de jê re tu parek veneqetand.

 

Digel Hikûmeta Iraq û Kurdistanê li ser parêzgehiya Helebçeyê mukir hatibûn û wekî parezgehekê danûstandinê pê r edikirin, di pêşnûmeya budçeya 2018an de ne wek parêzgeh lê wek navçeyeke Silêmanî hate destnîşankirin û tu par jê re nehat nîşandan.

Şarezayên aboriyê dibêjin, ev kar ziyanê digihîne Silêmanî û Helebceyê û pirsgirêkan çareser nake.

 

Cîgirê Parêzgeha Helebce Kawe Elî ji K24ê re ragihand, “Hewla me berdewam e ji bo diyarkirina budceya parêzgeha Helebceyê, ji bo vê armancê ligel fraksiyonên Kurdî yên di parlemantoya Iraqê û komîta darayî de axivîne. Hemû jî hevnêrînin ku pêwîst e mafê Helebceyê bê dan.”

 

Her girêdayî vê pirsê, endamê perlemantoya Kurdistanê dibêje, ne tenê rêjeya budce, lê pêwîst e budceyek ji Helebce re were danîn, ku qerebûya piştguhxistin û wêraniyê bide.

 

Her wiha komên farksiyonên Kurdistanê li hemberî vî biryarê bertek nîşandan û pêşnûmeya budçeya Hikûmeta Iraqê bi weşana belavokek ku 7 xalan pêk tê ragihandin ku qebûl nekirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin