Di bin kontrola HSDê de çend bîrên petrolê hene?

Di bin kontrola HSDê de çend bîrên petrolê hene?

.

A+A-

 Bîra petrolê ya Kiratşokê bi 2 kîlometreyan dûrî bajêrê Rimêlanê ye, zêrê reş li wir jî berhev dibe, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hevkariya serbazên Amerîkî wê gencîneya samanên binerd diparêze.

Bîrên petrolê yên li jêr destê HSD wiha li axa Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatî Sûriyê belav dibin:

Li parêzgeha Hesekê zeviyên Rimêlan û Cibisa, mehane 1,700,000 bermîl »etrol berhev dikin. 

Li parêzgeha Dêrazorê zeviyên Tenek, Umer û Cefra, ew jî mehane 2,500,000 bermîl petrol berhev dikin.

Heta sala 2018 berhevkirina petrolê nêzî 100,000 bermîlî bû, lê di Tîrmeha sala 2019 de piştî danîna girêbestekê di navbera HSD û kompaniya Delta Cresent Energy berhemên rojane yên petrolê gihişt 140,000 bermîlan.

Berhemên petrola Rojavayê Kurdistanê û  bakur û rojhilatê Sûriyê  ber bi ku ve diçe: 

%40 ji wan berheman li herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatî Sûriyê dabeş dibe. %30  hawirdeyî derveyî Sûriyê dibe. 30 % diçe navçeyên hikumeta Sûriyê di rêya kompanyaya Qatircî û yên oposizyonê bi qaçaxî  hawirde dibe.

Her bermîleke petrola xam li navxwe bi 20 dolaran tê firotin. Li derve bi 60 dolarab heta bi 70 dolaran tê firotin.

Berhevên petrolê çavkaniya sereke ya aboriya Rêveberiya xwesere ku ji petrolê salane 2160 milyar lîreyên Sûrî bi dest tîne.

Bûdceya Rêveberiya Xweser a sala 2021:  2472 milyar lîreyên Sûrî bû.

Ev bûdce ji bo warê serbazî, projeyên xizmetguzariyê yên salane, mûçeyên karmendan,  projeyên geşepêdanê te destnişankirin.

Li Hesekê û Dêrezorê beriya sala 2011 ji 1464 bîrên petrolê rojane 165,000 bermîl neft dihat berhemanîn.

Petrola yedek ji deverên bakur û rojhilatê Sûriyê 70 milyar bermîl neft e, ku dikare nêzî 18 salan pêdiviya xwecihî li seranserî Sûriyê bi dest bixe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin