Di berbanga serxwebûnê de -2-

Di berbanga serxwebûnê de -2-

Zinar Soran

A+A-
Di berbanga serxwebûnê de temsîlek hevbeş a siyasî pêwîst û acîl e (2)
  1. II) REFERANÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ GAVEK DÎROKÎ YE

    Tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybetî, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkarîyên dewletên kolonyalîst de, rola dewleta Îran û Turkiyeyê xwedîyê cihekî taybetî û piralî ye. Li ser van plan û hedefên dewleta Îran, Turkîye û hevalbendên wan, divê bi taybetî bête rawestandin, armanc û hedefên wan yên rastî bêtir bêne eşkere kirin.

Bi awakî giştî, xeter û metirsîya li ser Kurdistanê û bi taybetî metirsîya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Divê hemû hêz, partî, rexistin û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagîrkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi berpirsîyarî  tevbigerin; bi hemû hêz û îmkanên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan bi ser kevin. Bi awakî giştî pêwendîyên hinek rêxistinên bi dewletên kolonyalîst û bi taybetî siyaseta PKKê ya yekrengî, yekdengî, req, bêtolerans û lidijderketina dewleta Kurdistanê, ku bi rewş û siyaseta neteweyî û kurdistanî nelihevkirî, bêtir kês û firsendê dide dewletên kolonyalîst ku êrîş û planên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin. Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di binê alaya kurdistanê û bi siyasetek hevbeş ya netweyî û kurdîstanî, mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş.

Di jiyana her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstîya wê tev bigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnare yê Rojhilata Navîn e ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Rewşa dunyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya îro, ji her demê bêtir lihevhatî ye ku li Başûrê Kurdistanê miletê me, bi awakî azad û demokratîk qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe îlan bike.

Weke tê zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî,  di 7ê hezîrana 2017an de, bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir û di vê civînê de biryarek dîrokî, biryara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê  girt. Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê îlona 2017an de pêk bê.  Biryara referandûmê, biryarek rewa, mafekî xwezayî û di cîh de ye.

II.1) Biryara Sexwebûna Kurdistanê, li gor Deklerasyona Yekitiya Neteweyan jî meşrû ye

Biryara serxwebûna Kurdistanê, di heman demê de li gor xala duyem ya “Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî “ ya 1960î jî, biryarek meşrû ye.  Xala duyem ya vê deklerasyonê bi awakî vekirî diyar dike ku mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin; li gor wî mafî, bi awakî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan dikin û bi awakî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb dikin”.

Di xala 5an ya vê deklersyonê û “huqûqa navnetewî”  de jî hatiye diyar kirin, ku welatên bindest û ne desthilatdar ya jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûnek rastî û azadîyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan ya azad, bê ku di warê adet, bawerî ya jî rengê wan de cihêtîyekê di nav wan xîne, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin”.

Eger Yekitîya Neteweyan li gorî van xalên Deklerasyona 1960î tevbigere, divê biryara “serxwebûna Kurdistanê” bi awakî fermî meşrû bibîne û herweha ji bo gelê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bi awakî aştî û demokratîk îradeya xwe ya azad diyar bike, bi lezginî hemû tedbîrên pêwîst bistîne!

Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker û emperyalîstan, ji dervî îradaya miletê Kurd û kurdîstanîyan hatiye dagir kirin û perçe kirin. Miletê Kurd ji bo serastkirina vê neheqîya dîrokî û weke her miletî, li ser axa bav û papîrên xwe bi awakî serbest û azad bijî, li hemberî dagirker, emperyalîst û kolnyalîstan gelek caran serî hildaye, têkoşîn û berxwedanek dûr û dirj daye; îro jî ev xebat, têkoşîn û berxwedan li her çar perçeyên Kurdistanê  berdewam dikin.

Miletê Kurd, miletekî aştîxwaz e; welatê miletekî din dagir nekirîye, miletekî din bi darê zorê nexistîye bin destên xwe; ew tenê mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî dixwaze; ew tenê dixwaze wek her miletî li ser axa xwe bi awakî serbest û azad bijî. Lê miletê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn,  bi dehan caran ji alîyê dewletên dagîrkeran ve hatine qirkirin û sirgûn kirin. Herî dawî kurdên Ezîdî, li Başûrê Kurdistanê bi jenosîda DEAŞê ve rûberû man û bi hezaran jin û keçên kurdên Ezîdî dîl hatin girtin.

Heta miletê Kurd jî qedera xwe bi destê xwe tayin neke, nebe xwedîyê dewletek serbixwe, demokratîk û azad; mixabin tu garantî tuneye ku ev sirqûn, enfal, neheqî û qetlîamên hatine serê miletê Kurd û kurdîstaniyan, dubare û sêbare nebin. Di van şert û mercan de, tenê serxwebûn û dewlata Kurdistanê dikare miletê Kurd û kurdîstaniyan ji jenosîd, qetlîam û enfalên weha biparêze. Serxwebûna Kurdistanê, wê ji bo pêşeroja jiyaneke hevbeş ya netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda jî bibe bingeh û derfetek girîng.

Pirsgirêka Kurdistanê, êdî ne tenê pirsa miletê Kurd û kurdîstanîyan ne; di heman de ew, pirsa navçeya Rojhilata Navîn, dewletên Ewropayî û heta radeyekê ya dinyayê ye jî. Heta ev pirsgirêk bi awakî dadwerî û rewa neyê çareser kirin; wê li heremê pirsgirêk, şer û tevlihevî her berdewam bike; wê aramî, azadî û demokrasîyek rastî neyê heremê; wê encamên şer û alozîyên herêmê tîn û tesîrek mezin li ser civat û dewletên Ewrpoyê bike; wê li heremê berberî û şerên wesayetî yên dewletên emperyalîs û mezin bidomin û ev jî wê tesîrê li civata wan welatan jî bike.

Bi awakî giştî, di vê xebat, têkoşîn û hewldana pêvajoya serxebûna Kurdistanê de û bi taybetî ji bo beşdarîyek berfireh, demokratîk û bi aştî pêknanîna referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, gelek girîng e ku di serî de, hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, civakî û olî, sîyasetmedar û rewşenbîrên  Başûrê Kurdistanê bi siyaset û helwestek hevbeş, hevaheng, neteweyî û kurdistanî  li dora Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgirîya referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin; gelê Kurd ji bo referandûmeke azad û demokratîk amade bikin; xebat, têkoşîn û hewldanên ji bo pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê geştir bikin.

Herweha divê hemû hêz, rêxistin, partî û kesên weletparêzên beşên din yên Kurdistanê jî bê hesab û kîtabên biçûk, bi her awayî alîkarî û piştgirîya vê referandûmê û pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin. Ev referandûm, ne ya partîyekê û ne jî ya kesekî ye, ev mafekî meşrû û demokratîk yê miletê Kurd e. Ev  gava pêşî ya sererastkirina neheqîya dîrokî ye.

Bi qasî ku tê dîtin, dewletên ku bi awakî eşkere û tundî li dijî vê referandûmê derdikevin, di serî de dewleta Îran û Tirkiye, dewletên kolonyalîst in ku Kurdîstan di nav wan de hatîye dabeşkirin.  Lê mixabin, em dibînin ku hinek  hêz, partî û kesên kurd jî li dijî daxwaza referandûm û avakirina dewletek serbixwe ya Kurdîstanê ne. Li gor wan “dewlet ji bo ereban, îranîyan û tirkan ku Kurdistan di nav xwe de parvekirine û bi hêza dewletên xwe Kurdîstanê weke kolonî di bin destên xwe de digrin adet e, lê ji bo kurdan qebhet e!” Bêgûman kesên vê yekê diparêzin dikarin kurd bin, lê ne xwedîyê siyasetek kurdistanî ne. Kîjan dewlet, kîjan rêxistin û kîjan kes dibin bila bibin, yên ku li dijî mafên xwezayî, meşrû, demokratîk û însanî yê miletê Kurd û kurdîstaniyan derkevin, ew dibîn şirîkê siyaset û helwesta dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan. Divê em ji bîr nekin ku “ti tiştek ji bindestî û kolotîyê xwelîlisertir tuneye û herweha ti tiştek ji serxwebûn, azadî û demokrasîyê jî bi rûmettir tuneye!”

Ji bo welatekî serbixwe, gelekî azad û civateke demokratîk divê hemû partî, hêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan hewl bidin ku xeta neteweyî, demokratîk û kurdistanî xurtir bikin û piştgirîya referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Di encamê referandûmek azad û demokratîk de, gelê Kurdistanê wê bikaribe helwesta xwe ya ji bo serxwebûnê diyar dike. Ev mafekî wî yê herî xwezayî û demokratîk e. Loma jî, divê ti hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li hemberî kês û firsendek weha dîrokî bêdeng û bêhelwest nemîne.

II.2) Garantîya serketina referandûmê, bi beşdarîyek girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun e!

Di  xebat û şoreşên neteweyî û azadîyê de, fedekarî û piştgirîya jinên Kurdistanê xwedî cihekî gelek girîng û taybetî ye. Di vê riyê de, zor, zahmetî, jar û azarîya herî mezin jî dîsa wan kişandine. Jinên Kurdistanê gelek caran zilm û zordarîyek mezin ji hêzen dewletên kolonyalîstan dîtine; ji bo dile dijmin şad nebe, rondikên çavên xwe di çavên xwe de veşartine; gelek caran li ber çavên wan zarokên wan hatine şehît kirin; ew dayikên şehîdên Kurdistanê ne.

Ev referandûm ji hêlekê jî, wê bibe tolhildana şehîdên Kurdistanê. Her kurdekî welatparêz û şoreşger deyndarê şehîdên Kurdistanê ye û divê di 25ê îlonê de, bi serketinek mezin beşekî vî deynê xwe bide. Di vî warî de, temsîl û nûnerên şehîdên Kurdistanê, dayik û xuşkên şehîdan ne. Loma jî piştî encamek serketî ya referandûmê, wê xelat û pîrozîya herî mezin, pişk û para dayik û xwuşkên şehîdan be!

Garantîya beşdariyek berfireh û serketinek mezin ya referandûma serxwebûnê jî, wê dîsa bi beşdariyek girseyî ya jinên kurdistanê mimkun be. Ger jinên Kurdistanê bi awakî çalak tevbigerin û mobilîze bibin, wê gavê bila tirsa kesekî nemîne ku em dê serketinek mezin nîşanî dinyayê, dost û dijminan bidin. Loma jî di vê roja dîrokî de, barekî mezin û wezîfeke pîroz dikeve ser milên jinên Kurdistanê. Bi awakî giştî jinên Kurdistanê û bi taybetî jî dayik û xuşkên şehîdan dikanin rolek gelek mezin bilîzin. Divê ji niha de, jinên Kurdistanê xwe mobilîze bikin; quçe bi quçe, mal bi mal bigerin û xebat û têkoşîna ji bo refrandûma serxwebûna Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin!

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê bibe destpêka serxwebûn û azadîya perçeyên din yên Kurdistanê jî. Biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê, wê tevgera rizgarêxwazîya neteweyî û demokratîk , hest û bawerîyên neteweyî û kurdistanî yên perçeyên din jî xurtir û geştir bike. Teva hemû kil û kêmasî û rexneyên di cih de, parastina destkeftinên Başûrê Kurdistanê û piştgirîya referandûma serxwbûna Kurdistanê wezîfeyeke welatparêzî, neteweyî û însanî ye!

Di vê roja dîrokî û pîroz de, divê em heta kal, pîr û nexweşên ku nikarin bimeşin jî li ser darbestan bikin û wan bibin ser sindoqên referandûma serxwebûna Kurdistanê, da ku dinya, dost û dijmin bibînin bê miletê Kurd çiqasî bi hesreta serxwebûn û azadîya Kurdistanê dişewitin!
2017-07-30

Di berbanga serxwebûnê de -1-

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin