“Di alozîyên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin”

“Di alozîyên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin”

Berpirsekî kurd ragihand, di alozîyên Bexdayê de heta niha 7 welatîyên kurd hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê liqa pênc ya PDKê li Bexdayê, Şivan Mihemed Taha ji BasNewsê re got, heta niha di alozî û xwepêşandanên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin ku yek ji wan jin bû û bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Şivan Mihemed Taha her wiha got, tevahîya wan kurdan xelkê Bexdayê bûn. Gelek kurd jî birîndar bûne. Hinek ji wan niha li nexweşxanê tên dermankirin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku rewşa Iraqê gelekî aloz bûye û got, di vê rewşê de daxwazîyên xwepêşanderan jî gelek zêde ne.

 Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin