Di Adarê da mêran 27 jin kuştin!

Di Adarê da mêran 27 jin kuştin!

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin raporta xwe ya bo Adara 2019an eşkere kir. L gorî raporê di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman va hatin kuştin!

A+A-

Li gorî rapora Platformê di meha Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.

Platformê anî ziman ku îstîsmara li dijî zarokan û tundiya zayendî ya li dijî zarokan ji agahiyên ku li çapemeniyê hatine weşandin zêdetir e û tundiya zayendî û îstîsmara li dijî zarokan berdewam e. 

Li gorî raporê di nava 27 jinên hatin kuştin de kujerên 9 jinan nehat diyarkirin.

Li gor raportê piranîya kujerên jinan nasên wan ên wekî mêrên wan, kur, dergistî, zava an pismamên wan in.

Herwiha li gor raportê, 10 jin, bi çekan hatin kuştin, 3 jin hatin fetisandin. 2 jin jî bi lêdanê hatin kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin