• Diyarbakır 4 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -1 °C
  • Şırnak 3 °C
  • Ağrı -2 °C

Di 65emîn salvegera wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi giramî bibîr tînin

Di 65emîn  salvegera  wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi giramî bibîr tînin
PAK: Di 65emîn salvegera wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi giramî bibîr tînin

Em di 65emîn  salvegera  wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi giramî bibîr tînin

Danerê alfabeya kurdî, zimannas û siyasetmedarê kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan di 26ê Nîsana 1893an de li Stenbolê ji dayik bûye. Ew nevîyê Mîr Bedirxan e. Navê bavê wî Emîn Alî Bedirxan, navê diya wî Senîha ye. Heta salên 1919an li gel birayê xwe Kamuran Alî Bedirxan û Sureyya Bedirxan li Stenbolê di gelek komele û rêxistinên kurdan de cih girtîye. Her weha ji bo bi rêkxistina kurdan li gel Bînbaşî Noel û Kamûran Bedirxan û Ekrem Cemil Paşa û serokê eşîra reşîyan (rişwanî) Bediraxa (bapîrê Dengîr Mîr M. Firat) re têkilî danîye û xwestine bavêjin ser Kongreya Mistefa Kemal û herêma Kurdistanê ji bindestê Osmanîyan veqetînin.

Piştî ku Komara Tirkîyê tê ava kirin ew mecbûr dimîne dice Şamê bi cih dibe, li wir li gel gelek kurdên navdar yên wek Memdûh Selîm, Dr. Nurî Dêrsimî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Hemze Begê Muksî, Haco Axa, Mistefa Şahin, di 1927an de rêxistina Xoybûnê ava dikin. Piştî serhildana Agrîyê ku bi ser nakeve êdî xwe ji siyaseta aktîf dûr dixe û xwe dide ziman û kultura kurdî. Di 15ê gulana 1932an de bi kovara HAWARê re alfabeya kurdî ya latînî jî pêşkêşî gelê kurd dike. Pişt re kovara RONAHÎyê derdixe, di heman wextî de birayê wî Kamûran Bedirxan jî kovarên Stêr, Roja Nû/Jour Nouveau derdixe.

Celadet Bedirxan bi derxistina kovara Hawarê re her weha ekoleke ronakbîran jî gihand, wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Haco Axa û gelekên din.

Danerê alfabeya kurdî Celadet Bedirxan herçendî huqûqzan bû lê ew şarezayê ziman bû, wî bi gelek zimanan dizanî: kurdî, erebî, tirkî, fransî, farisî, rûsî, almanî, yûnanî û îngilîzî.

Celadet Bedirxan bi dotmama xwe, keça Salih Bedirxan, Rewşen xanimê re zewicîbû û du zarokên wan hebû: Cemşîd û Sînemxan Bedirxan.

Mîr Celadet Bedirxan demên dawî ji ber pirsgirêka aborî ji xwe re li gundê Hecanê (nêzîkî Şamê) zevîyeke pempûyan diajot, di wê zevîyê de ji bo avdanê bîrekê dikole û heta di nameyên xwe yên ji bo malbatê de nivîsîye ku navê wê jî danîye Bîra Qederê.

Mîr Celadet tam di dema xwe ya ku pêwîstîya kurdan di warê ziman de bi wî hebû, di 15ê Tîrmeha 1951an de bi qezayekê di wê bîrê werdibe û wefat dike. Wî li Şamê li goristana Mewlana Xalid li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan vedişêrin.

Em di 65emîn  salvegera  wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi giramî bibîr tînin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Ev nûçe 1143 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din