Di 5emîn salvegera wî de helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

Di 5emîn salvegera wî de helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

Di bîranînê de malbata Arî, gelek nivîskar, helbestvan û hunermend amade bûn

A+A-

PENa Kurd û Pale Huner li Diyarbekirê bi bo salvegera 5emîn a koça dawî ya helbestvanê kurd Arjen Arî  li Pale Hunerê şeva bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de malbata Arî, gelek nivîskar, helbestvan û hunermend amade bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bernameya bîranînê bi sînevziyoneke ku kurtejiyana Arî vedigot û helbestek Arî bi xwe dixwend dest pê kir. 

Li ser navê malbatê xwişka Arî Necla Kaya axivî û got ku birayê wê Arjen Arî welatparêzekî ku dilê wî li ser welatê wî dişewitî û gelek caran bû hedefa êrîşên tarî.Wî tevahiya temenê xwe diyarî wêjeya kurdî kir û ew ê tu demê keda Arî ya ji bo wêjeya kurdî ji bîr nekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin