‘Di 5 salan de nêzikî 5 hezar kes di şerê Tirkiye û PKKê de jiyana xwe ji dest dane’

‘Di 5 salan de nêzikî 5 hezar kes di şerê Tirkiye û PKKê de jiyana xwe ji dest dane’

Li gor raporta Krîza Navdewletî, di encama şerê Tirkiyê û PKKê de nêzikî 5 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Grûpa Krîza Navdewletî raportek derbarê şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de belav kir ku tê de hatiye ragihandin, ji 20ê Tîrmeha 2015an heta Hezîrana 2020, 4906 kes di encama şerê herdu aliyan de hatine kuştin.

Li gor wê raportê di maweyê 5 salan de, 2943 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û herwiha 827 polîs, 113 gundparêz hatine kuştin û nasnameya 226 kesan jî diyar nîne.

Grûpa Qeyrana Navdewletî hejmara kuştiyan bo salane daniye û diyar kiriye, sala 2015 687 kes, sala 2016 2242 kes, sala 2017an 825 kes, sala 2018an 607 kes û di 5 mehên yekem ên îsal de jî 54 kes, di şerê PKK û Tirkiyê de hatine kuştin.

Wek ku di raportê de hatiye aşkerekirin, ji wê hejmara qurbaniyan 4091 kes li Bakurê Kurdistanê, 464 kes li Başûrê Kurdistanê (gerîla û xelkê sivîl) û 258 kes li bajarên din ên Tirkiyê bûne.

Her li gor wê raportê, li Bakurê Kurdistanê bi 1106 kesan piraniya qurbaniyên wî şerî li bajarê Şirnexê, 808 kes li Colemêrgê, 412 qurbanî li Mêrdînê û 636 kes jî li Amedê di encama şerê herdu aliyan de bûne qurbanî.

Şerê di navbera gerîlayên PKKê û Tirkiyê de zêdetir ji 35 sal e berdewam e û heta niha di encama wî şerî de bi dehan hezar kesan canê xwe ji dest dane ku piraniya wan Kurd bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin