Di 39emîn salvegera şehadeta wî de PAKa Batmanê Mele Mistefayê Nemir bi bîr anî

Di 39emîn salvegera şehadeta wî de PAKa Batmanê Mele Mistefayê Nemir bi bîr anî

Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, bi hilkefta 39emîn salvegera koça dawî ya Serfermandar Mele Mistefa Barzanî bîranînek li dar xist.

A+A-

Rêvebirya Batmanê ya PAKê roja 01.03.2018an  saet di 14.00an de li Navenda PAKê di salvegera nemir Mele Mustafa Barzanî de bir girseyî wî bi bîr anî. Bîranîn li avahiya Navenda Batmanê ya PAKê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

mmb1.jpg

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mevanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Nemir Mele Mustafa Barzanî rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniya PAKê ji aliyê Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Ozdemir ve hat xwendin.

mmb5.jpg

Di daxuyanİyê de "Mele Mustafa Barzaniyê Nemir, rêberekî dîrokî yê miletê kurd û Kurdistanê ye ku em bi giramî bi bîr bînin. Ew di 14.03.1903an de ji dayîk bûye û  di roja  01.03.1979an çûye ser dilovaniya xwe. Ango adara îsal, 115emîn salvegera jidayikbûna wî  û 39emîn salvegera wefata wî ye."

"Jiyana Mele Mustafa Barzanî, bi şer, heps, koçberî, surgun, wêranî û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Herweha  jiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî  û nexweşiyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û  biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bişexsiyet ve hatiye hûnandin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin:

"Mele Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx  Ahmed Barzanî  û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamiya  rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamiya doza Şêx Seîd, Seyid Riza, Îhsan Nurî, Qazî Mihemed e."

Paşî ji bo jiyana wî hate gotin; "Wek  Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lîstiye. Ew  damezrênêr û Serokê  Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraqê ye. Melle Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li  Yekîtiya  Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegeriya Iraqê  lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de şoreşa îlonê destpê bike.  Di 11ê Adara 1970ê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomiyê îmze kir. Rejîma Beesê şertên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq, Îran û nevbencîtiya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişiya İranê. Û  di roja 1ê adara 1979ê de ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe."

Duvre gotî "Ala Kurdistanê ya ku Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê  îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ba lê dibe.

Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî  ji bo hemû Kurdên cîhanê cihê rêzê û hêviyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qada navneteweyî de cihekî xwe yê grîng hebû. Serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe  bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir.Em Mele Mustafa Barzaniyê nemir bi giramî bi bîr tînin." û daxuyanî bi dawî anî.

Paşê Belgefîlmek bi navê "Dîroke Me-Melle Mustafa Barzanî" hat temaşa kirin

Piştî Belgefîlmê Mele Emededdîn Helbestek ku ji bo Nemir Melle Mustafa nivîsandibû xwend, Bîranînên xwe û dîtina xwe ku çûbû ba Melle Mustafa Barzanî bi bêşdarvanan re parve kir.

mmb8-mele-imadettin.jpg

Bîranîn bi pirs û bersivan bi awayekê berhemdar û bi hestiyar bi dawî hat..

mmb3.jpgmmb4.jpgmmb6.jpgmmb7.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin