Di 2 Rojan De 27 Kurd Hatine Revandin

Di 2 Rojan De 27 Kurd Hatine Revandin

Di nava 2 rojan de, çekdarên oposizyona Sûriyê 27 welatî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtine, ku di nava wan girtiyan de 5 jin jî hene.

A+A-

Di nava 2 rojan de, çekdarên oposizyona Sûriyê 27 welatî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtine, ku di nava wan girtiyan de 5 jin jî hene.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirina çekdaran ên li hemberî xelkê herêmê berdewam dikin. Li gor zanyariyan roja 2yê Îlonê, grûpên çekdar 6 welatî ji Dêrsiwanê ya ser bi nahiyeya Şerayê ve revandin ku 4 ji wan jin in.

Roja 1ê Îlonê jî grûpên çekdar welatiyê bi navê Mistefa Îbo yê 60 salî, ji ber ku cil û bergên Kurdî li xwe kirine, revandine. Heman rojê polîsên serbazî bi ser gundê Cûqê de girtine û hejmareke welatiyan revandine ku ji wan navê 10 kesan hatiye kifşkirin û yek ji wan jin e û temenê. Herwiha polîsên serbazî heman rojê avêtine ser gundê Maretê û hejmareke welatiyên Kurd revandine ku navê 10 ji wan hatiye diyarkirin. Ji welatiyên hatine revandin yek jê jin e û 70 salî ye.

Şêwirmendê Rojhilata Navîn yê Komeleya Gelên Li Jêr Gefê, Dr. Kemal Sîdo, ragihand ku li Efrînê binpêkirin li dijî xelkê zêde bûne.

Kemal Sîdo dibêje çekdarên li Efrînê bi sedemên cuda weke, lixwekirina cil û bergên Kurdî, an jî ji ber xwestina pere, welatiyan redivînin û diyar dike, “Divê em van kiryaran bigihînin, raya giştî ya cîhanê. Em jî berdewam in li ser karê xwe.”

Kemal Sîdo herwiha bibîr dixe ku di vê çarçovê de, duh Cîgirê Serokê Parlamnentoya Almanyayê serdana wan kiriye û di civîna li gel wî berpirsê almanî wan mijar û binpêkirinên li Efrînê jî gotûbêj kirine.

Sazî û çalakvanên herêma Efrînê tekez dikin ku tohmetên ku welatî li ser tên girtin bêbingeh in û tenê ji bo wergirtina pereyan ji kesûkarên girtiyan û neçarkirina xelkê bo koçberkirina ji Efrînê grûpên çekdar kiryarên bi vî rengî li dijî xelkê resen ên navçeya Efrînê encam didin.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama operasyoneke ku du mehan li ber xwe dabû, ketibû destê artêşa Tirkiyê  û grûpên çekdar ên bi ser wê ve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin