Di 15emîn rûniştina Doza Kobaniyê de alozî derket

Di 15emîn rûniştina Doza Kobaniyê de alozî derket

.

A+A-

15emîn rûniştina 15mîn a doza bûyerên Kobaniyê îro li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê tê kirin. Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 22 jê girtî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.

D 15mîn rûniştina dozê de ya 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Sincana Enqerê, ji ber wergerê Zazakî nebû Sibel Akdeniz nikaribû parastina xwe bike.

Herwiha parastina Parlamentera berê Sebahat Tuncel jî ji aliyê dadgehê ve hat birîn. Tuncel, nerazîbûn nîşanî helwesta dadgehê da û ji ser kursiyê ranebû. Di encam de alozî çê bû û kesên dihatin darizandin xwestin ji dadgehê derkevin, lê hêzên emnî rê li ber wan girtin û rê nedan derkevin.

Şaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag û parlamentera berê Gulser Yildirim di parastinên xwe de piştgiriya Sebahat Tuncel kirin û ji dadgehê daxwaz kirin ku mafê parastina Tuncel bê dayîn.

Di encama bûyeran de tendirustiya siyasetmedar Nazmi Gur têk çû û tîmên tendirustiyê li nav dadgehê midaxeleya wî kirin. Piştî aloziyan dadgehê navber da darizandinê.

Bûyerên Kobanî

Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, wek hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan. Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li ser sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gihiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin