DFG: Li Tirkiyê 65 rojnamevan girtî ne

DFG: Li Tirkiyê 65 rojnamevan girtî ne

.

A+A-

 Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), nerazîbûn li dijî astengkirina rojnameya Xwebûn a bi zimanê Kurdî kir û ragihand, heta niha 65 rojnamevan girtî ne.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, rapora meha Çileya 2022an a binpêkirinên li dijî rojnamevanan eşkere kir.

Hevserokên Şaxa Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û endamên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê jî beşdarî konferansa rojnamevaniyê bûn.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê Dicle Muftuoglu got; “Saziya Ragihandin û Zanyariyên Teknolojiyê di 28ê Çileyê de bi hinceta `ewlekariya neteweyî û parastina sîstema hikûmî` malperên 8 saziyên medya û weşanê astengkirin. Hemû malperên hatine girtin an ên saziyên Kurdî ne yan malperên çep/sosyalîst in. Ango bi temamî saziyên opozîsyon û medyaya azad in.

Muftuoglu got: “Malperên Rojnameya Kurdî Xwebûn û tekane ajansa ku di qada navdewletî de dengê jinan e NuJinha jî hatin astengkirin. Di demeke ku hesasiyeta Kurdî di asta herî bilind de ye, rojnameya ku roniya çavê wê ye tê astengkirin. Helbet ew rewş aciziyeke zêde derdixîne holê. Helbet nêzîkatiya dewletê li hember zimanê Kurdî ji nêzîk ve tê zanîn. Ev nêzîkatî li Stenbolê di helwesta li dijî komên mûzîka Kurdî dikin careke din derket holê. Ji ber wê, astengkirina rojnameya Kurdî, ne tiştekî ku em jê re biyanî ne.”

Muftuoglu herwiha diyar kir: “Wek tê zanîn li Tirkiyê heta niha jî 65 rojnamevan girtî ne û rûbirûyê binpêkirinan dibin. Di meha Çileyê de rojnamevek rastî êrîşê hat, bi ser malên 3 rojnamevanan de hat girtin, 6 rojnamevan hatin desteserkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, 4 rojnamevan rûbirûyê helwesta xirab bûn, li 3 rojnamevanan gef hat xwarin, 6 rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, di girtîgehan de li dijî rojnamevanan 2 caran binpêkirin hatin kirin. Derbarê 6 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin, derbarê rojnamevanekî de doz hat vekirin, li 3 rojnamevanan cezayeke heta hetayê û 4 sal û 2 meh û 4 roj ceza hat birîn, derbarê 48 rojnamevanan de 33 doz birêve diçin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin