DFG: Di Çiriya Paşiyê de 136 rojnameger hatine dadkirin

DFG: Di Çiriya Paşiyê de 136 rojnameger hatine dadkirin

.

A+A-

DFGê rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û 136 rojnameger jî hatine dadgehkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û 136 rojnameger jî hatine dadgehkirin.

Li gorî raporê bîlançoya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê wiha ye: "Di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin. Polîsan bi ser mala 3 rojnamegeran de girtine, êrişî 4 rojnamegeran kiriye, gef li 2 rojnamegeran xwarine, li 19 deveran karê şopandina nûçeyê hatine astengkirin, doz li 4 rojnamegeran hatiye vekirin, li 6 rojnamegeran 7 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 41 hezar û 526 TL cezayê pere li rojnamegeran hatiye birîn.

Her wiha 136 rojnamevan hatin dadgehkirin, li girtîgehê mafê 2 rojnamevanan hatine binpêkirin, malpereke nûçeyan û 124 nûçe hatine astengkirin, dawî li karê 10 rojnamegeran hatiye anîn."

*Çavkanî: JinNews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin