Dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê daxwaza agahdariyê ji welatiyan xwest!

Dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê daxwaza agahdariyê ji welatiyan xwest!

Ji alîyê dezgehên ewlekarî yên herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek di malpera Dijî Teror de, Kurdistan CT hatîye belav kirîn û wêneyê kesekê hatîye dayîn.

A+A-


Li ser bûyera teqekirinê ku roja çarşemê ,di xwarngeheke Hewlêrê rûday, Ji alîyê dezgehên ewlekarî yên herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek di malpera Dijî Teror de, Kurdistan CT hatîye belav kirîn û wêneyê kesekê hatîye dayîn ku dihê xwaztin ji alîyê dezgehên Ewlakarîyên Herêma Kurdistanê û di wê daxuyanîyê de, daxwaz ji xelkê Kurdistanê hatîye kirin ku her yekî zanîyarî li ser wî kesî hebe dezgehên ewlekarîyê haydar bike. 


Ev jî ew daxuyanî ye:


Agahdarê li welatî yên Herêma Kurdistanê dikîn, vekolîn berdewame li ser bûyera teroristî ya duhî, 17yê Tîrmehê ku bûye sedema ji mirina  sê kesan.
Ev kesê ku wêneyê wî hatîye belavkirin, navê wî, Mezlûm Dax e, ji dayîkbûyê sala 1992 ye û xelkê bajarê Dîyarbekire li Tirkiyê,  navhatî ji alîyê dezgehên ewlekarîyên herêma Kurdistanê hatîye xwestin. Daxwaz ji welatî yên hêja dikîn ku her zanyarîyek hebin li ser evî tawanbarî bi zûtirîn dem dezgehên ewlekarîyê agahdar bikin.

tewan-barr.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin