Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo penaberên Rohîngayê xizmeta tenduristiyê dide

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo penaberên Rohîngayê xizmeta tenduristiyê dide

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li Bangladeşê binkeyeke tenduristîyê bo penaberên misilman ên Rohîngayê ava kir.

A+A-

 Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li Bangladeşê binkeyeke tenduristiyê bo penaberên misilman ên Rohîngayê ava kir.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmek rê kiribû bo dîtin û çavdêrîkirina rewşa penaberên Rohîngayî yên li kampa li bajarê Cox's Bazar ê Bangladeşê. Piştî çavderî û lêkolînên wê tîmê li kampa Kutupalong, Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî biryar da ku binkeyeke tenduristiyê li wê kampê ava bike.

Li kampa Kutupalong kêşeyên tenduristiyê li ser jiyana 700 hezar penaberan metirsiyê pêk tîne. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî bi avakirina wê binkeya tenduristiyê hewl dide wê metirsiya li ser jiyana penaberan kêm bike.

Li wê binkeyê pişkînîn û çareseriya tenduristî pêşkêşî penaberan tê kirin. Rojane çareserî û pişkinîn bo 500 nexweşan tê kirin.

Ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve jibilî pêşkêşkirina xizmeta tendurîstiyê, hinek qut jî bi ser beşeke penaberan ve hat belavkirin.

Kampa Kutupalong a li Bangladeşê, dikeve ser sînorê Burmayê û zêdetirî 700 hezar penaber tê de niştecih bûne û mezintirîn kampa penaberan e li seranserê cîhanê.

Di vê mezintirîn kampa penaberan a cîhanê de, mezintirîn kêşe di warê tenduristiyê de ye ku ji sedî 60î ava vê kampê qirêj e. Ev yek jî rê dide ku metirsiyeke mezin li ser jiyana niştecihên wê kampê pêk bê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Kurdistan û Iraqê yekem rêxistin e ku destê xwe yê alîkariyê digihîne bo penaberên kampa Kutupalongê.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin