Deyrezor/ DAIŞê êrîş bire ser HSD: 27 kuştî

Deyrezor/ DAIŞê êrîş bire ser HSD: 27 kuştî

Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteya şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) a gundê El Behrayê kirin. Êrîşa DAIŞê bi temamî hate şikandin û 27 terorîst hatin kuştin.

A+A-

Li gor çavkaniyên herêmî, milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişeke mezin birin ser noqteya şervanên HSDê yê gundê El Behrayê. Di navbera şervan û milîtanan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. DAIŞê di êrişê de Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) û hawan bikar anîn. Şervanan 3 balafirên NHB û 3 hawan îmha kirin.

Şervanan êrişa DAIŞê bi temamî têk birin. Di pevçûnan de 27 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek cebilxane û teqemenî kete destê şervanên HSDê. Gundê El Behra 44 kîlometroyan li başûrê rojhilatê Meyadînê û 3 kîlometroyan jî li bakurê Hecînê dikeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin